Pîranşar (Rûdaw) – Di çarçoveya parastin û paqijkriina jîngeha Kurdistanê de, komek çalakvan û çiyavanên kurd Geliyê Gelo yê bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê paqij kirin.
Ev du sal in li Rojhilatê Kurdistanê çalakvan û komên sivîl dest bi paqijkirina dever û cihên tûrîstî yên Kurdistanê kirine.
Di çarçoveya wê çalakiyê de komek çalakvan û çiyavanên bajarê Neqedê yê Rojhilatê Kurdistanê, Geliyê Gelo li Deşta Lacanê ya Pîranşarê paqij kirin.
Çalakiya han ji aliyê koma çiyavaniyê ya bi navê “Samirend” a Neqedê ve hatibû organîzekirin.
Hat gotin ku ew çalakî bi temamî sivîl e û ji aliyê ti sazî û navendeke dewletê ve jî nayê piştgirîkirin.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
Wêne: Malpera koma çiyavaniyê ya Samirend


.jpg&w=3840&q=75)
