Rûsya ne li dijî federaliya kurdan a li Sûriyê ye

05-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Şanda Desteya Bilind a Kurd (DBK) ya Rojavayê Kurdistanê Ehmed Silêman ku niha bi serdanekê li Rûsya ye, tekez kir ku Moskova ne li dijî federaliya li Sûriyê ye.

Şanda DBK, duh bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxayîl Bogdanov re civiya û derbarê amadekariyên kongreya duyê ya Cenevreyê ya taybet bi çareserkirina krîzê Sûriyê gotûbêj kirin.

Ehmed Silêman ji Rûdawê re ragihand ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) nêrîna xwe ya siyasî gihande Rûsya ku ew jî avakirina Sûriyeke federal û demokrat e.

Derbarê helwesta Rûsya ji daxwazên kurdan, Silêman got: “Rûsya rêz li daxwaza gelê kurd li Sûriyê digirin û dibîne ku kurd xwedî dozeke rewa ye. Hebûna gelê kurd li deverê dîrokî ye û divê mafên wan di destûra nû ya Sûriyê de bêne diyarkirin.”

Silêman bal kişand ku Rûsya tekez dike gelê Sûriyê wê bi xwe şêwazê Sûriya paşerojê diyar bikin.

Derbarê beşdariya DBKê di kongreya duyê ya Cenevre de, Ehmed got: “Bogdanov di civînê de tekez kir ku ew razî ne şanda DBKê di kongrê de beşdar bibe, lê ew dixwazin opozisyon bi yek şandê beşdarî kongreyê bibe.”

Ehmed Silêman yek ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yê di DBKê de ye û got: “DBK bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê re ye û tu mercên wê yên pêşwext ji bo diyalogê nîne.”

Berdevkê şanda DBKê Ehmed Silêman di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku DBK bi her gav û hewlekê re ye ku şer û kuştina li Sûriyê rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst