Li Hewlêrê li hotelekê agir derket: Mirî û birîndar hene

05-02-2016
RÛDAW
Capitol - Hewlêr
Capitol - Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê agir li Hotela Capitolê derketiye û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

 

Peyamnerê Rûdawê ragihand li Hotela Capitol a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê agir derketiye û li gor agahiyên destpêkê 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

 

Hat gotin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 15 kes filipînî ne  û 4 kes jî ereb in.


 

Parêzgarê Hewlêrê Newza Hadî li cihê bûyerê daxuyaniyek da û got, hêj sedema derketina agir nehatiye zanîn û debarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.



 

Rêveberê Tenduristiya Hewlerê Saman Ehmed jî ji Rûdawê re diyar kir  kesên birîndar ji bo dermankirine rakirine nexweşxaneyên derdore û kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber dûkela ji agir derketine fetisîne.

 

Tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina agir dixebitin.



 

Agir li beşa salona mistdanê (masaj) derketiye û piraniya kesên li salonê dixebitin welatiyên filipînî ne.

 

Xwediyê hotelê welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Arîf Remazan e.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst