PKKê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê vala kir

04-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan PKK PDKÎ Rojhilatê Kurdistanê Gundejor Balekayetî
A+ A-

Çoman (Rûdaw) – PKKê binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Gundejor a devera Balekayetiyê vala kir û partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî hewl didin, ku vegerin ser baregehên xwe.

 

Piştî aloziyên li Gundejor a devera Balekayetiyê li Başûrê Kurdistanê yên di navbera çend pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêran a Zehmetkêşên Îranê (Komele) û hejmarek welatiyên vî gundî de, ku bibû sedema kuştina 2 kesan û şewitandina baregehên 4 partiyên Rojhilatê Kurdistanê, niha ew partî hewl didin, ku cardin vegerin ser baregehên xwe.

 

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA) îro duşembî 4ê Îlona 2017ê li gel rûniştvanên Gundejorê civiyan û bi awayekê rasterast guh li xelkê gund girtin.


Herwiha li gorî zanyariyan, piştî ku di destpêka aloziyan û şewitandina baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, PKKê hejmara gerîlayên xwe li wê deverê zêdetir kiribû û li cihê partiyên Rojhilatî jî bi cih bibû, niha wê partiyê cihên ku pêştir binke û baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê lê bûn, terk kiriye û ew baregeh vala kirine.


Berpirsên PDKÎyê dibêjin, ku ew bo vegera dubare bo deverê û avedankirina baregehên xwe bi hêvî ne, lê belê xelkê Gundjorê û devera Balekayetiyê didin xuyakirin, ku nabe ti hêzeke siyasî ya parçeyeke din a Kurdistanê biçe devera wan.

 

Mamê qurbaniyên aloziyên Gundejorê, Xidir Omer ji Rûdawê re got: “Em li ser heman vê biryarê ne, ku nabe careke din ti hêzeke çekdar bihê gundê me, çi ew hêz, hêza ji Bakur be yan jî ji  Rojhilat, çimku em xizmeta wan dikir, lê belê wan bi gulle bersiv dan me.”

 

Hevsozî û Kurdbûn ji wan xalan bûn, ku bûne sedem ku xelkê devera Balekayetiyê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji destbirina bo rijandina xwîna zêdetir parastin. Piştî civîna îro ya şanda PDKÎ û xelkê gundê Gundejorê jî û di dema malavayîkirinê de, berpirsên wê partiyê û xelkê Gudejorê bi li himbêz girtinê û maçkirina rûyê hev ji hev veqetiyan.

 

Fermandeyê Pêşmergeyên PDKÎyê li Çiya, Rehîm Mengurî jî ji Rûdawê re ragihand: “Em dizanin hewlên derveyî û yên nehezan hene û li ser navê me û xelkê Gundejorê gotinan tînin û dibin, ji ber wê jî me xwast, ku em û xelk pêkve rûnin û em qise bikin, çimku dîrokeke dûrûdirêj a dosayetiyê di navbera me de hene û ez piştrast im, ku em dê her dost û kesê hev bimînin.”

 

Li hember kuştina 2 kesan di roja 25ê Tebaxê de, xelkê Gundjorê baregehên çar partiyên Rojhilatê Kurdistanê şewitandin û heta niha rê nedane ku ti hêzeke din cihê wan bigire.

Elî Selman yek ji xelkê Gudejorê ye û dibêje: “Em çûne cem hevalên PKKê û me daxwaz li wan kir, ku baregehên xwe vala bkin û me ji wan re got, nabe ku li nêzîkî gund baregehên partiyên Rojhilat vekin. Wan jî di bersivê de gotin, ku em dê rayedarên ji xwe pilebilindtir agahdar bikin û piştîdu rojan ew cih vala kirin.”

 

Gundejor gundê hrî dawî yê snînorî yê Başûrê Kurdistanê li gel Îranê ye, ku hevsînorê gundê Zêwe ya Pîranşarê ye. Gundejor dikeve 170 kîlometriya bakur rojhilatê bajarê Hewlêrê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst