Kobanî (Rûdaw)– Ev 3 roj in li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê de didome. Rêveberiya Kantona Kobanî jî ji her kesî xwest, li dijî DAIŞê çek hilgirin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Kobanî, DAIŞê bi çekên giran ji duh êvarê ve gundên Zormixarê, Beydiyê, Degirman û Borazê li rojavayê Kobanî topbaran dike û dixwaze wan gundan zeft bike.
Li gorî agahiyan, ji ber şer û topbaranê xelkê sivîl ji gundên xwe direvin bajarê Kobanî.
Rêveberiya Kantona Kobanî jî di daxuyaniyekê de ji xelkê herêmê xwest, yên ku dikarin çek hilgirin li dijî DAIŞê şer bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse