Sekreteriya Celal Talebanî: Binemala Talebanî ne ereb in!

04-06-2017
RÛDAW
Nîşan YNK Ala Talebanî Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreteriya Celal Talebanî derbarê gotinên Endama Polîtbûroya YNKê Ala Talabanî de, ku gotibû “Talebanî di eslê xwe de erebên şîe ne”, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ku gotinên Ala Talebanî tenê wê eleqeder dikin û hemû kes jî dizane, binemala Talebanî, Zengene ne.  

 

Endama Serkirdetiya YNKê û parlamentera vê partiyê ya Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî di bernameyekî televîzyona Îfaq a ser bi Nûrî Malîkî de gotibû: “Binemaleya Talebanî di rastiyê de bavikekî Benî Esed in, ku Benî Esed yek ji mezintirîn hoza erebên şîe ye. Ji ber vê yekê beşek ji parlamenterên eşîreta Benî Esed ji min re dibêjin hûn malbata mamên me ne.”

 

Derbarê van daxuyaniyan de Sekreteriya Celal Talabanî daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Ala Talebanî bixwe ji gotinên xwe berpirs e û bêyî hizirkirin ev nêrîn hatiye gotin. Hemû kes dizane ku Talebanî Zengene ne. Di serdema Beesiyan de, ji bo reşkirin û dijitiya Mam Celal, bi zanebûn navê malbata Talebanî di eşîret û tayfeyên ereb ve girêdidan.”

 

Di daxuyaniyê de tekez tê kirin, ku ne dûr û ne jî nêzîk ve ti pêwendiyên Talebaniyan bi eşîreta benî Esed re nîne, Talebaniyan hemû deman nasnameya xwe ya kurdbûnê parastine, di vêd oxirê de berdêl dane.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku ti caran Talebaniyan behsa cudahiya mezhebî û teyfegerî nekirine lê ew sunne ne û ji tarîqata Qadirî ne. Bi tevê vê yekê, ligel hemû mezheb û eşîretan xwedî pêwendiyên baş bûne û li dijî dîktatoriyê û ji bo anîna demokrasiyê xebat kirine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst