Asayişê avêtin ser kampa PDKÎ

04-03-2015
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê li bajarokê Koye yê Başûrê Kurdistanê avêtin ser kampa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û ew partî wî karî şermezar dike.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand: “Duhî sêşemê hêzeke hevbeş ya asayiş û polîsê Koye dûrî her prensîpeke yasayî û bi hênceta pirsgirêkeke civakî di navbera du malbatan de, avêtin ser kampa Azadî ya partiya wan li Koyê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, “Di êrişê de bêrêziyeke zêde li jin, zarok, kadir û pêşmergeyên partiya wan hatiye kirin.”

PDKÎ wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku êriş û helwestên wiha ji aliyê hêzên polîs û asayişa Koye ve derbarê partiya me tê kirin . Em daxwaz dikin ku navendên biryarê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gavên cidî bavên ji bo karên wiha bi dawî werin.”

Bajarê Koye ji akiyê îdarî ve di bin desthilata Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ye.

Rêveberê Asayişa Koye, Refîq Mihemed Salih di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Hêzên asayişê bi biryara dadgehê çûbûn kampê ji bo ku tometbarekî ku ji aliyê dadgehê ve tê xwestin, bigirin.”

Herwiha Salih diyar dike ku ew karên wan kiriye yasayî bûye.

Rêveberê Asayişa Koye red dike ku tundûtûjî çêbûbe yan hêzên wan li ti kesî li nav kampê dabin û daxwaz kir ku eger tundûtûjî çêbûbe, yasa heye û bila dozê vekin.

Bi gotina Refîq Mihemed Salih, ew tometbar reviyaye û asayişê nikariye wî bigire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst