Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera grûpeke çekdar û pasevanên sînorî yên Îranê de şer derket.
Cîgirê Ewlehiyê yê Parêzgarê Urmiyê Elîriza Radfer ragihand, li navçeya Çaldiran a ser bi navçeya Makoyê di navbera grûpeke çekdar û hêzên pasevanên sînor de şer derketiye û heta niha jî şer berdewam e.
Elîriza Radfer got, şer û pevçûn ji êvariya îro Înê 3ê Mijdarê ve dest pê kiriye û di encama şer de 8 endamên hêzên pasevaniya sînor ên Îranê hatine kuştin.
Radfer diyar kir, ku hêzên îranî zirareke mezin gihandine wê grûpa çekdar.
Cîgirê Ewlehiyê yê Parêzgarê Urmiyê herwiha destnîşan kir, li sînorê bajarê Urmiyê jî şer derketiye lê belê hêj ti hûrgilî li ser şer nehatiye zanîn.
Roja 26-10-2017ê jî li Çaldiranê pevçûn di navbera gûrpeke çekdar û Supaya Pasdarên Îranê de derketibû.
Biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê ragihandibû, ku li navçeya Çaldiran a Urmiyê, hêzên wan li gel grûpeke çekdar a dijberê Komara Îslamî ya Îranê ketine şer û di encamê de 4 endamên wê grûpê canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse