Li Duhokê embareke çek û teqemeniyan teqiya

03-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Duhok Embara çek Teqîn Agir Lîwa Behcet
A+ A-

Duhok (Rûdaw) -  Embareke çek û teqemeniyan li baregeheke Leşkerê Roj li parêzgeha Duhokê teqiya û fermandarekî Hêza Pêşmerge jî dibêje, wan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.

 

Fermande ji Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî, Lîwa Behcet di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Li baregeha Leşkerê Roj li nêzîkî Mefreqa Aloka kantînereke çek û teqemeniyan agir girt. Em di vê baweriyê de ne, ev agirberbûn di encama bilindbûna pileyên germiyê de bûye.”

 

Lîwa Behcet herwiah got, tevî wê çendê ku bi nêrîna me, bûyer di encama bilindabûna pileyên germiya hewayê de çêbûye, lê komîteya lêkolînê jî heye, jibo ku derbarê sedem anku sedemên wê agirberbûnê de lêkolînê bike.

 

Derbarê ziyanên teqîna wê embara çend û teqemeniyan de, wî fermandarê Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî got: “Bi bextewerî, ti zirareke canê li pey xwe nehaniye, ti metirsî jî nameye û rewş di bin kontrolê de ye. Tîmên agirvemirandinê roleke baş dîtin û em destxweşiyê li wan dikin.”

 

Di nava 3 rojên bihorî de, li Hewlêr û Silêmaniyê jî du embarên din ên çek û teqemeniyên hêzên pêşmerge teqiyan, ku sedema teqîna wan embaran jî germbûna hewayê hat ragihandin, lê belê heta niha ti encamên lêkolînê derbarê wan bûyeran de nehatiye aşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst