Tehran-Hewlêr li ser rewşa dawî ya Iraqê gotûbêj kirin

03-05-2016
RÛDAW
Nîşan Îran Kurdistan Iraq Nêçîrvan Barzanî Hesen Danayîfer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê yê li Iraqê li bajarê Hewlêrê civiyan û derbarê rewşa dawî ya Iraqê û pêwendiyên navebra Hewlêr-Tehranê de gotûbêj kirin.

 

Îro sêşemî 3ê Gulan a 2016ê, berî nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêr ê paytextê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê Hesen Danayîfer û şandeke dîplomatîk a pêre kir.

 

Li gor daxuyaniya malpera fermiay Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Hesen Danayîfer behsa pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexda û herwiha pêwendiyên Îranê ligel Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin.

 

Barzanî û Danayîfer di vê hevdîtinê de tekezî li ser giringiya xortkirin û bihêzkirina pêwendiyên du alî yên navbera Hewlêr-Tehranê kirin.

 

Li gor daxuaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îrnaê yê li Iraqê herwiha derbarê rewşa dawî ya Iraqê û dawî pêşhat û bûyerên siyasî, ewlehî û leşkerî yên li Iraqê de gotûbêj kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Hesen Danayîfer rewşa deverên bi giştî û herwiha şerê li dijî terorê li Kurdistanê, Iraqê û devera Rojhilata Navîn bi giştî jî nirxandin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku her du aliyan di civînê de tekezî li ser hevkarî û hevrêziya pêwîst di şerê li dijî terorê û têkbirina terorîstan de kirin.

 

Di civînê de şandeke dîlopmatkarên Îranê û Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê jî amade bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst