Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê Nûrî Brîmo da xuyakirin, ku ji bo Efrînê ew neçar in li gel Tirkiyê diyalogê bikin û ew dê di demeke nêzîk de vegerin li wir û dest bi kar bikin.
Nûrî Brîmo duh bi şev beşdarî rûmala taybetî ya televîzyona Rûdawê ya li ser Efrînê bû û got, ku beriya kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, ne PYDê û ne jî rejîma Sûriyê dihiştin ew li wê derê tiştekî bikin.
Brîmo da xuyakirin, “Li gorî rewşa nû 3 nameyên me hene; yek ji bo rejîmê ye û em ji wan re dibêjin, ‘Bes e hûn derbeyê li miriyan didin.’ Efrîn dan û ji bo parastina wê guleyek jî ne teqandin, niha jî dibêjin Efrîn beşeke ezîz e ji Sûriyê. Bila rejîma Esed dest ji van gotinan berde. Efrîn kirine firin û xwe li ber germ dikin. Ji bo PYDê jî bes e, destê xwe ji Efrînê vekişin.”
Nûrî Brîmo destnîşan kir, ku Efrîn di rewşeke leşkerî de ye û ew hewl didin bi riya Tirkiye û opozîsyonê xwe bigihînin wê derê û wiha axivî:
“Emê kar bikin da ku gelê me vegere Efrînê. Emê ji Tirkiyê bixwazin ku tundrewan ji Efrînê derbixe. Emê li dijî guhertina demografî bin û çênabe kesên ji ne Efrînî li wir werin bicîhkirin. Di demekê nêzîk de emê herin nav Efrînê van daxwazan bikin.”
Li ser pirsa, “gelo dê Tirkiye rê bide we hûn herin Efrînê?” Brîmo diyar kir, “Belê, ji bo çi rê nede? Em beşek in ji îtîlafê. Eger em bibînin helwesta rejîma Sûriyê û PYDê ya li hember Efrînê dê wiha be, emê di demeke nêzîk de herin li wir kar bikin. Pêwîstiya xelkê Efrînê bi oksîjeneke nû heye.”
Nurî Brîmo da zanîn, ku di nava encûmena ku li bajarê Dîlokê hate damezrandin gelek kesên ji Efrînê hene û diyar kir, “Em ji bo Efrînê rola xwe hêdî hêdî dilîzin û me dest pê kir. Ev ne niyet e. Kur û keçên Efrînê xwe amade dikin vegerin Efrînê û li gel kesên rewşenbîr hêdî hêdî rêveberiya bajar ji destê Artêşa Azad derbixin. Tirkiye bi gotinan dernakeve. Em weke ENKS bi rastiyan re danûstandinan dikin.”
Endamê Nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê werhiwa got, “Em divê êdî guhê xwe bidin raya giştî ya Efrînê û daxwazên xelkê Efrînê. Em neçar in bi riya îtîlafê diyaloga li gel Tirkiyê bifikirin. Me dît ku bi şer Efrîn kete çi rewşan. Ez bawer im pêwîstiye Tirkiye jî bi diyalogê heye. Em mîna Filistîniyan propagandayê nakin. Şamê Efrîn da Tirkiyê. Em ji gotinên li hember Tirkiyê jî ne poşman in lê em neçar in li gel Tirkiyê diyalogê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse