Dîplomatên biyanî li eniya şer agirê Newrozê vêxistin û şehîd bibîr anîn

03-04-2016
RÛDAW
Mexmûr - Newroz
Mexmûr - Newroz
A+ A-

 

Mexmûr (Rûdaw) – Li eniya Mexmûrê, konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê vêxistin û pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, bibîr anîn. Konsulê Amerîka li Hewlêrê jî bang li Kurdistan û Amerîkayê kir; pêwendiyên xwe xurttir bikin.

Duh li devera Mexmûrê û li eniya şer, merasimek ji bo bîranîna şehîdên şerê DAIŞê ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurd û Amerîka (AKFA) ve hat lidarxistin. Di wê merasimê de nûner, konsul û dîplomatên gellek welatên biyanî bi taybet welatên hevpeyman di şerê DAIŞê de beşdar bûn. Piraniya wan jî bi kincên kurdî tevlî merasimê bibûn.

Li wê derê komek wêneyên wan pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, hatibûn rêzkirin, bi sedan gulên sor li ser hatin danîn.

konsulê Amerîka Mattias Mattman, ku bi kincên kurdî tevlî merasimê bibû, ji Rûdawê re axivî û got, ez nêzîkî salekê ye li vir kar dikim. Xelkê Kurdistanê pir germ û mêvandost in. Bi saya serê Pêşmerge em li vir Newrozê pîroz dikin û pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, bibîr tînin. Êdî dema wê hatiye Kurdistan û Amerîka pêwendiyên xwe xurttir bikin û bihêztir di şerê terorê de tevbigerin.

Lê rayedar û fermandeyên Pêşmerge li ser alîkariyên ku welatên hevpeyman di şerê DAIŞê de didin hêzên Pêşmerge, bi gazin bûn.

Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ew alîkariyên ku ji Pêşmerge re tên kirin, kêm in lê Pêşmerge pê îdare dike. Helbet em spasiya wan dikin lê alîkariyên wan kêm in. Ez dikarim bêjim tenê %25 pêdiviyên me tên dabînkirin.

Alîkarê Serokê Komeleya Dostaniya Kurd û Amerîka, Harry Schute, ku beriya niha rayedarekî artêşa Amerîka bû, li ser alîkarîkirina Pêşmerge ji Rûdawê re got, pêdiviya Pêşmerge bi çekên zêdetir û giran heye. Ez dizanim Pêşmerge gazinan dikin lê ev arîşe bi yek-du rojan nayê çareserkirin. Divê em her roj bînin bîra civaka navdewletî û hêzên hevpeyman… Pêşmerge li şûna me şer dike û divê em pişta wan bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst