Barzanî: Alîkariyên leşkerî yên Îtalyayê pir bi bandor bûn

03-03-2015
RÛDAW
Civîn
Civîn
A+ A-

Roma (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistsnê Nêçîrvan Barzanî li ligel Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paulo Jantelaun civiya û ragihand ku alîkariyên leşkerî yên welatê Îtalyayê pir bi bandor bûn.

Nêçîrvan Barzanî îro li Romayê ligel Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paulo Jantelaun civiya û piştî wê hevdîtinê herdu aliyan bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Serokwezîrê Kurdistsnê spasiya alîkariyên welatên Ewropa û Amerîkayê kir û ragihand: “Alîkaryên leşkerî yên Îtalya bo Herêma kurdistanê bandûra xwe hebûne û ji ber wan alîkariyan Hêzên Pêşmerge karîne gellek serkeftinan bi dest bînin.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku, “Şerê li dijî DAIŞê ne tenê şerê Kurdistanê ye, belku şerê hemû cîhanê ye, ji ber vê yekê jî pêwîst e hemû welatên cîhanê şer li dijî DAIŞê bikin.”

Derbarê pirsa, gelo piştî şerê li dijî DAIŞê Herêma Kurdistanê dê dîsta pêngavê serxwebûnê bavêje yan na, wiha got: “Em heta niha pabend in bi destûrê Iraqê. Niha karê me yê sereke şerê li dijî DAIŞê ye.”

Hevdem Wezîrê Derveyê Îtalya tekez li ser vê yekê kir ku wê welatê wî dê berdewam be li ser piştevanî û alîkarîkirina Herêma kurdistanê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst