Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêxistineke kurdên êzidî girt

03-01-2017
RÛDAW
Nîşan Rêxistin Yezda ya Navdewletî Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Fermangeha Rêxistinên Sivîl ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêceta, ku li gorî yasayên yatbet ên rêxistinan tevnegeriyaye û karê siyasî kiriye, biryara girtina rêxistina Yezda ya Navdewletî, da.

 

Rêxistina Yezda ya Navdewletî ji bo alîkarî û parastina jin û qurbaniyên kurdên êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, hatibû damezarandin. Roja 2ê Çileya 2016ê rêxistina Yezda bi daxuyaniyekê ragihand, ku rêxistina wan ji aliyê asayîşa Herêma Kurdistanê ve bi awayekî fermî hatiye girtin.

 

Berpirsê Fermangeha Bersivdayîna Raporên Navdewletî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re got; “Rêxistina Yezda guh nedaye hişyariyên hikûmetê. Hikûmetê ji wan xwestibû ku li gorî yasaya taybetî ya derbarê karûbarên rêxistinên nehikûmî kar bikin. Lê wan ne yasa û ne jî hişyarî berçav negirtin. Lewma jî ji aliyê Fermangeha Rêxistinên Sivîl ya Herêma Kurdistanê ve hate girtin.”

 

Rêveberê Fermangeha Rêxistinên Sivîl ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ekrem Cemo jî ragihand; “Rêxistina Yezda ya Navdewletî, berovajiyê yasaya rêxistinan kar kiriye. Di destê asayîşê de belge hene, ku vê rêxistinê karên siyasî kiriye.”

 

Cemo diyar kir, ku hemû rêxistinên sivîl sale carekê destûra karkirina xwe nû dikin, lê rêxistina Yezda ev yek nekiriye û ji bo sala nû destûr wernegirtiye.

 

Rêxistina Yezda ya Navdewletî li derveyî Başûrê Kurdistan û Iraqê, bi taybetî li Ewropa çalakiyan dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst