Hewlêr (Rûdaw) – Hate îdîakirina ku hêzekî nû yên leşkerên Artêşa Tirkiyê gihiştine herêma Başîqe ya bakûrê rojhilatê Mûsilê.
Hêzekî ji Artêşa Tirkiyê ev 2 sal û nîv in, bi armanca perwerde û rahênana mîlîsên Heşda Nîştîmanî, li eniya Başîqe ya Mûsilê dimînin. Herî dawî di 4ê Kanûna 2015ê de hêzeke nû û çekên giran ji bo herêmê hatibû şandin.
Hebûna leşkerên Tirkiyê yê li herêmê, di navbera Bexda û Enqerê de bibû sedema aloziyan.
Hate gotin ku hêzeke nû bi armanca piştgiriya leşkerên tirk, gihiştine Kampa Leşkerî ya Heşda Nîştîmanî.
Efendî: Em naxwazin!
Derbarê mijarê de Fermandarê Eniya Başîqayê Hemîd Efendî ji Rûdawê re axivî û got, “Ti hêzekî nû Tirkiyê nehatiye Başîqeyê.”
Fermandarê Pêşmerge diyar kir, “Em naxwazin leşkerên Tikriyê û PKK û herwiha hêzên derekî beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Jiber ku hebûna wan dê li pêşiya rizgarkirina Mûsilê bibe astengî.”
Hêjayê gotinê ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh di vekirina werzê nû yê parlamentoyê de gotibû, “Ti kes nikare li hêviyê be ku Tirkiye li derveyî operasyona Mûsilê bimîne.”
Di pêvajoya yekemîn de Tirkiyê alîkariya lojîstîkî dabû mîlîsên li Kampa Başîqeyê. Paşî perwerde û rahênana mîlîsan dest pê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse