Li Efrînê girtina çalakvanên Kurd dest pê kiriye

02-04-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Kurd Tirkiye Sultan Murad Çalakvanên Kurd Dilşan Qereçol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav bajarê Efrînê girtina çalakvanên Kurd destpê kiriye, jineke Kurd a 43 salî ku bi xwe medyakar e ji aliyê çekdarên grûpa tirmenî ya Lîwaya Sultan Murad ve hatiye girtin.

 

Li gorî zanyariyên ji nav Efrînê, 3 roj berî niha wate di roja Înê 30ê Adara 2018ê de medyakr û hunermenda Kurd, Dilşan Qereçol li nav bajarê Efrînê ji aliyê çekdarên grûpa çekdarî ya Sultan Murad ve hatiye girtin û heta niha di destê wê grûpê de girtî ye.

 

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê taybet ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên çekdar ên aliyên opozisyona Sûriyê ku niha li Efrînê baladest in, derbasî nav malan dibin û çi kesê ku gumana wan li ser hebe, yan ew kes çalakvan bin û dîmen û wêneyên nav Efrînê şandibin derve, digirin û dest datînin ser mobayl û laptopên wan.

 

Ji aliyê xwe ve jî, xûşka Dilşan ji Rûdawê re ragihand, xûşka wê ji aliyê çekdarên Sultan Muard ve hatiye girtin û niha li girtîgehên Ezazê girtî ye.

 

Dilşan Qereçol gelek dîmenên dema dizîn û talankirina mal û milkê xelkê Efrînê ji aliyê çekdran ve belav kiribûn, herwiha medyakarek çalak bû ji bo belavkirina dîmenên wêraniya Efrînê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst