Hewlêr (Rûdaw) - Îro înê 1ê Adara 2019an Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li bajarê Hewlêr ê paytexta Herêma Kurdistanê bi beşdariya bi dehan kesayetên siyasî û rewşenbîrên Kurdistan û Iraq û herêmê ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat sazkirin, birêve çû.
5:30 p.m
Kerîm Şingalî: DAIŞ bi dawî nebûye û çalakiyên wê berdewam in
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand ku DAIŞ bûye sedema têkçûna %70ê jêrxana aboriyê ya bajaran û heta niha DAIŞ bi dawî nebûye û çalakiyên wê berdewam in.
Kerîm Şingalî li panela sêyem a roja yekem a Korbenda Hewlêrê ya salane ku li jêr navê "Iraq û rewşa asayişa bêçareser" birêve çû, gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Dawiya DAIŞê nayê wateya dawiya terorê û jîngeha Iraqê jî rê xweş kiriye ku xelk hevahengiyê li gel terorê bikin.”
Şingalî amaje bi wê yekê kir ku "di kabîneyên hikûmeta Iraqê de nekarîne bawerî çêbikin û divê proseya aştiyê ya rasteqîn li Iraqê dest pê bike".
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Divê desteyeke dadwerî ya serbixwe were damezrandin ji bo dadgehîkirina endamên DAIŞê.”
Roja yekem a Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li Hewlêrê li jêr navê "Rêyên çareseriya pirsgirêkên asayiş û serweriyê li Rojhilata Navîn" bi beşdariya bi dehan kesayetên siyasî û rewşenbîrên Kurdistan û Iraq û herêmê ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat sazkirin, birêve çû. Beşeke panelê li ser bidawîbûna DAIŞê û çawaniya rûbirûbûna bîra tundiyê bû.
5:00 p.m
Cebar Yawer: Di şerê DAIŞê de ji Herêma Kurdistanê hezar û 720 şehîd hene
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku ji sala 2003an ve heta niha li Iraqê zêdetirî 539 hezar kes bûne qurbaniyên êrişên terorîstî û diyar kir: “Di şerê DAIŞê de ji Herêma Kurdistanê hezar û 720 şehîd û 10 hezar û 729 birîndar hene.”
Cebar Yawer li panela dawî ya roja yekem a KorbendaHewlêrê ya salane, ku li jêr navê "Iraq û rewşa asayişa bêçarser" bû, çend amaran eşkere kir û ragihand: “Ji sala 2003an heta sala 2019an ziyanên mirovî yên li Iraqê bi vî awayî ne: 539 hezar birîndar û zêdetirî 500 qurbanî û şehîd û kuştî hene.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyar kir: “Ziyanên hêzên Amerîkayê ji sala2003an heta sala 2019an li gor çavkaniyên ewlehiyê ku belav kirine, 4 hezar û 384 kuştî û birîndarên wan hene.”
Li ser qurbaniyên şerê DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê jî Cebar Yawer got: “Ji sala 2014an ve heta 2019an, hezar û 720 şehîd û 10 hezar û 729 birîndar hene.”
04:00 p.m
Umêd Sebah: Referandum biryara herî baş a gelê Kurdistanê bû
Berdevkê berê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand ku referandum biryara herî baş bû ku gelê Kurdistanê di 100 salên derbasbûyî de daye, ji ber vê yekê referandum şikest nebû û ti car jî şikest nabe.
Umêd Sebah li panela duyem a Korbenda Hewlêrê li ser "Iraq, erdê milmilaniyê an xala yekgihiştinê?" ragihand: “Referandum biryara herî baş bû ku gelê Kurdistanê di 100 salên derbasbûyî de daye û biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ez weke gotinên Cîgirê Rêveberê Karûbarên Iraqê li Wezareta Derve ya Tirkiyê Elî Reza Giwîne nafikirim.”
Sebah diyar kir: “Biryara referandumê biryareke siyasî nebû, biryara gelekî bû, biryara gelê sîtemlêkirî bû, li pey wê yekê digeriya ku nefesek bibîne, li pey mafên xwe digere, li çarçoveyekê digeriya ku weke mirovek were guhdarîkirin û weke mirovekî bijî, lewma biryara referandumê biryareke siyasî nebû, biryareke wisa bû ku ya hemû gelê Kurdistanê bû. Eger cenabê we lêkolînek kiribe, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê piştgiriya referandumê kir, Parlementoya Kurdistanê piştgiriya referandumê kir, hemû saziyên siyasî û destûrî yên Kurdistanê piştgiriya referandumê kirin.”
Berdevkê berê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah dibêje: “Referandum di peyama xwe de, weke wesîleyeke qanûnî ravekirina nêrîna gelê Kurdistanê ye, daku bixwaze çawa bijî, bi ser ketiye, referandum qet bin neket û ti car bin nakeve.”
Umêd Sebah eşkere kir: “Hêviya me ew bû ku destûra Iraqê were cîbicîkirin, 55 madeyên destûra Iraqê hatin binpêkirin, 55 made û bendên destûrê ku peywendiya wan bi mafên Kurdistanê heye, hatin binpêkirin. Di dîbaceya destûrê de dibêje ku pabendbûna bi vê destûrê garantiya yekîtiya bi daxwaza xelk û ax û serweriya Iraqê ye, lê dema ew destûr nehat cîbicîkirin, xelkê Kurdistanê jî azad e ku biryara çarenivîsa xwe bide.”
3:00 p.m
Ali Riza Guney: Tirkiyê yekîtiya axa Iraqê parast
Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re yê Tirkiyê Ali Riza Guney, anî ziman ku Iraq ji bo Tirkiyê pir girîng e û got: “Iraq, stûna Rojhilata Navîn e. Bi Ereb û Kurd, bi Tirkmen, Krîstiyan û Êzidiyên xwe yek e.”
Îro li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve 1. Korbenda Hewlêrê destpê kir. Di korbendê de, ji Tirkiye, Îran û Iraqê gellek siyasetvan, berpirsên hikûmetan, lêkolîner û nivîskar beşdar bûne.
Di panela duyema Korbenda Hewlêrê de ku li jêr navnîşana 'Iraq, erdê milmilaniyê yan xala bihevgihîştinê?', hat lidarxistin, Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re li Wezareta Derve ya Tirkiyê Ali Riza Guney jî amade bû û axavtinek kir.
Ali Riza Guney destnîşan kir ku destûra Iraqê, girêbesta civaka Iraqê ye û got ku “Divê pirsgirêkên navbra Hewlêr û Bexdayê di vê çarçoveyê de bêne çareserkirin. Aliyên din çawa dinihêrin bila binihêrin, lê belê Tirkiye, bi çavê yek dewletî li Iraqê dinihêre.
Ali Riza Guney anî ziman ku hin alîyên ku ji hevbendiya Tirkiye û Iraqê aciz dibin hene û got: “Îslam, egera yekbûna me ye.”
Guney bi pirsa ‘Em Iraqek çawa dixwazin?’, berdewamî da axavtina xwe û got: “Eger em bersiva vê pirsê bidin, em dê dikaribin bersiva nîqaşên xwe jî bidin. Aramî, bi kêmbûn an jî zêdebûna buhayê neftê nayê. Divê pircureyiya aborî bê geşedandin.
DAIŞê canê me hemûyan êşand. Li dijî DAIŞê, divê vîneke hevpar hebe û di vê mijarê de divê em dilsoziya xwe azmûn bikin.”
“PKK nûnertiya Kurdan nake”
Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re li Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha ragihand: “Divê ez destnîşan bikim ku ti pirsgirêkeke Komara Tirkiyeyê li gel Kurdan tune ye. Serokomar, serokwezîr, û wezîrên me yên bi eslê xwe Kurd in hene. Lê divê ez vê yekê jî destnîşan bikim ku PKK, ne nûnerê Kurdan e. Di tekoşîna li dij PKKê de emê ti tawîzan nedin û di vê mijarê de em daxwaza piştgiriyê ji we dikin.”
“Ji bo yekîtiya Iraqê em li dijî referandumê derketin”
Ali Riza Guney destnîşan kir: “Neseqamgîriya Iraqê, bandora xwe li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn heta li hemû dinyayê dike. Ji ber vê yekê Tirkiyê, sala bihorî, ji bo avadankirina Iraqê, soza alîkariya 5 milyar dolarî da.
Ji bo yekîtiya Iraqê, em li dijî referandumê derketin. Me ev yek destnîşan kir. Hûnê destûra xwe rast pêk bînin, hunê ji yekgirtîbûna axa xwe paşve gav neavêjin. Îro, herî zêde Kurd li Stenbolê dijîn. Li Stenbolê 3 milyon Kurd dijîn. Gelo em li wê derê jî referandumê bikin. Mesle ne referandum e, mesele hînbûna pêkvejiyanê ye. Tirkiye, bi dijderketina referandumê, li dijî biryara siyasî derket, ceza neda gel.”
2:45 p.m
Nuceyfî: Li Iraqê di serdema paşatî û piştî wê de jî postên giring ên Kurdan hebûn
Serokê Hevpeymaniya Qerar a Iraqê Usame Nuceyfî ragihand: “Di serdema hukmê paşatî û serdemên din de jî, serkirdeyên Kurd li Iraqê postên wan ên giring di Serokwezîrî û Wezareta Navxweyî de hebûn. Herwiha di şerên Iraqê de li Filistîn û deverên din beşdar bûn, lewma divê mafên asayî yên pêkhateyan werin parastin.”
Usame Nuceyfî li panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve, li jêr navê "Asoya siyaseta navxweyî ya Iraqê: Veqetîna zêdetir yan rêkeftin" hat sazkirin, diyar kir: “Ez bawer im eger em ev sîtema zêde ji ser xelkê rakin û yasayeke me ya yekgirtî hebe û dadperweriyê ji bo her kesî desteber bikin, çand û kultûr û nerît dê parastî bin û berjwendî jî dê me bîne ber hev.”
Nuceyfî destnîşan kir: “Di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye ku peywendiyên wê yên li gel Bexda û Mûsilê hebin. Hejmareke mezin ji welatiyên Ereb li Kurdistanê niştecih in û niha bûne Kurd ku bi eslê xwe Ereb bûn. Berevajî vê jî rast e, ku Kurd li deverên Ereban niştecih bûne û niha bûne Ereb.”
Usame Nuceyfî got: “Ez bawer nakim tiştekî mezintir me bîne cem hev, dibe niştiman me hemû hembêz bike, lê di bin sîbera dadperwerî de.”
2:35 p.m
Iraq, erdê milmilaniyê yan xala bihevgihîştinê?
Panela duyem a Korbenda Hewlêrê, piştî nîvro li jêr navnîşana, 'Iraq, erdê milmilaniyê yan xala bihevgihîştinê?', dest pê kir.
Di panela duyem de, siyasetvanê navdarê Kurd Mehmûd Osman, Wezîrê Xwandina Bilind ê Iraqê Qusey Suheyl, Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, Cîgirê Rêveberê Giştî yê Karûbarê Iraqê li Wezareta Derve ya Tirkiyê, Ali Riza Guney, Wezîrê berê yê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî û Wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Zanîngeha Erbîlê Mihemed Îhsan beşdar in.
12:45 p.m
Falih Feyaz: Welatên biyanî red dikin 2500 çekdarên DAIŞî werbigrin
Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê dibêje, Iraq niha pêdeçûnê di xwe de dike û pêwendiyên navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê jî ber bi başbûnê ve diçin.
Falih Feyaz di Korbenda Hewlêrê de beşdarî panela bi sernavê ‘Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; zêdetir veqetîn an rêkeftin?’ bû. Falih Feyaz di axavtinekê de ragihand, welat li ser hevkêşeyekê tê avakirin ku hevkêşeya hevwelatîbûn, rêzgirtina ji nasname û tometbarnekirina hevdu ye û ez di vê baweriyê de me, ku guhertinên civakî erênî ne û kêşeya tayifegeriyê ber bi kêmbûnê ve çûye.
Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê behsa DAIŞê jî kir û ragihand: “Li gor nirxandinên min ku di saziya ewlehiyê de kar dikim, ew DAIŞa ku em nas dikin, dawî pê hat û niha milmilaniya mane dike. Ji niha pê ve çend şaneyên wê heye û sûdê ji hin valahî û qelîştekan werdigre, herwiha sûdê ji cîbicînekirina bernameyan li navçeyên kontrolkirî û çaresernekirina kêşeya awareyan werdigre. Herwiha şahdemara bingehîn a mana DAIŞê rewşa Sûriyê ye, divê em danpêdanê bi vê rastiyê bikin, ku DAIŞ dawî pê hatiye, lê belê rûbirûbûna hizra dundrewiyê, bi tenê berpirsyariya Iraqê û hikûmeta Iraqê nîne. Ew yek berpiryariyeke navdewletî ye û lewma jî em di piraniya kongreyên mezin de amade dibin. Herwiha du hefte berî niha di Encûmena Asayişa Niştimanî de, me bernameya stratejîk a Iraqê pesend kir, ji bo rûbirûbûna tundrewiyê.”
Falih Feyaz destnîşan kir: “Herî kêm ji 20 heya 25 hezar Iraqî li Sûriyê li benda me ne, ku di jîngeha DAIŞê de jiyana xwe dibirin serî, niha jî li nêzîkî sînorê Iraqê li navçeya hember Şingalê ne, hikûmet jî niha li ser vê yekê disekine ku wê çawa vê pirsgirêkê çareser bike.
Cîhana Rojava ya pêşketî ku xwedî karîn û şiyanên herî xurt e, qebûl nake wan welatiyên xwe vegerîne, ku niha li cem Hêzên Sûriya Demokratîk girtî ne, 800 girtî hene ku niha kirîzeke navdewletî ji bo wan çê bûye.
Ne Brîtanya, ne Fransa û ne tu welatekî din ê Ewropayê, ji 52 welatan çekdar hene, di nav wan lîstên ku me dîtine, 800 kes hene, ku welatên wan qebûl nakin pêşwaziyê li wan bikin.
Êdî ev cîhan bi berpirsiyariya xwe ranabe, li gor nerîna min, dibe ku ez nakok bim bi hikûmetê re, pêdviya Iraqê bi qerebûyeke nadvewletî heye, ku niha Mûsil bi budceya niha tê avakirin, ev çekdarên biyanî ji 52 welatan hatine, destê wan di wêrankirina Iraqê de hebû.
Çima qurbaniyên Lokerbî û qurbaniyên avahiya bazirganiyê li Newy York û li welatên din têne qerebûkirin, ku her welatiyek ji 10 heya 15 milyon dolar distîne, çima ev yek li Iraqê jî pêk nayê? Kê Mûsil xerab kir? Kê bajarên din ên Iraqê xerab kirin?
Bi tevahî ev kes bûn û divê ev welat bi berpirsiyariya xwe rabin, di pêşkêşkirina alîkariyê ji welatiyên Iraqê û ji van zarokan re û ne bi tenê ew beşdar bin di avakirina Mûsil û bajarên din de, lê ev berpirsiyariyeke yasayî ye, divê em jî şerim nekin û ne dudil bin, daku Iraq piştevaniyeke taybet bidest bixe, ji tevahiya wan welatên ku destê welatiyên wan di wêrankirina Iraqê de hebûye, lewra pirsgirêka van zarokan gelekî dijwar e.
DAIŞ li Sûriye û Iraqê bo dema 3-4 salan xwendingeh birêve dibirin ku nêzîkî 600 hezar xwendevan têde hebûn, 10 hezar mamosteyên wan jî hebûn ew jî li gor pirtûk û rêbazên xwendinê yên taybet bi DAIŞê, ku di encamê mirovekî radîkal, terorîst ava dikirin û dibûn metirsî li ser civaka mirovatiyê.”
12:30 p.m
Ednan Muftî: Cudahiyeke mezin di navbera lêvegera olî û partiyên şîe de heye
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî destûra Iraqê weke garantiya yekbûna wî welatî bi nav dike û dibêje ku li Iraqê ciyawaziyeke mezin heye di navbera lêvegera olî ya şîeyan û partiyên siyasî yên şîe de.
Ednan Muftî li panela "Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê: Veqetîna zêdetir an rêkeftin" a li Yekem Korbenda Hewlêrê ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê hat sazkirin, ragihand: “Eger em bixwazin ku bi yekgirtî bimînin, divê em pabendî destûrê bin, ji hev fêm bikin û rêz bigrin û ji bo serederîkirinê yek siyaseteke me hebe.”
Muftî diyar kir: “Ciyawaziyeke mezin heye di navbera lêvegera olî ya şîeyan û partiyên siyasî de, di sala 2017an de şandeke me çûbû cem Birêz Sîstanî, wê demê hat ber çavê min ku Birêz Sîstanî ji partiyên siyasî baştir difikire li ser mafên pêkhateyên Iraqê. Piştî ku em gelek axivîn, berê xwe da wan birayên me ku şîe bûn û got 'milet ji we razî nîne, hûn xizmet pêşkêş nakin, eger xelk ji we razî nebe, deng nade we, haya we ji we hebe', piştre derbarê Kurdan de gotinên baş got.”
Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî destnîşan kir, Iraqa ku asoyeke wê hebû pêk nehat, ji ber ku kesên li Iraqê bûn rayedar, Encûmena Wezîran, Serokomar, herêm, hemû pabendî ferhenga kevn û dîrokî bûn ku gelek xwînavî bû.
Ednan Muftî bal dikşîne ser aloziyên çend sal berê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û dibêje: “Yek ji wan, pirsgirêka ala ku li Kerkûkê çêbû. Dema pirsgirêka alayê çêbû, Bexdayê bertekeke gelek mezin nîşan da.”
Muftî eşkere kir: “YNK û PDK, me bi amadebûna Cenabê Kak Mesûd biryar da, ku em li gel Bexdayê dest bi diyalogê bikin.”
Ednan Muftî diyar kir: “Dema em dibêjin em pabendî destûrê ne û me deng daye destûrê, dîroka me ji bîra me naçe. Çawa ku wan jî dîroka xwe jibîr nekiriye, em jî dîroka xwe jibîr nakin. Kurdistan beşek bû li Iraqê û ji sala 1921an ve ev welat hatiye damezrandin, her li kongreya Qahîreyê û çûna Iraqê bo komeleya gelan çend soz ji Kurdan re hatin dayîn, piştre di serdema paşatiyê de hinek aramî çêbûye, lê di şoreşa 14ê Tîrmehê de destûr behs kiriye, lê piştre şer bûye, ji sala 1961an heta 2003an li Kurdistanê her şer bûye, tenê çend salên 1970ê nebe.”
Muftî destnîşan kir: “Ji her tiştî giringtir, ferheng e. Iraq duçarî şerê navxweyî bûye, duçarî terorê bûye. DAIŞ ji hewayê nehat.” Herwiha got: “Hinek karbidest, an hinek partî, an hinek alî dema têne desthilatê, tûşî du-sê diyardeyên xirab dibin, ku bi Erebî jê re dibêjin xurûr, ango xwe mezin dibînin, yan jî fêmnekirin. Em hemû ku di avakirina vê Iraqê de beşdar in, ji me kes bi kudeta û tankan nehatiye, em bi hilbijartinan hatin, ango divê em xizmeta xelkê ku dengê xwe daye me, bikin.”
Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî da zanîn: “Divê em hemû hewl bidin û rê nedin teror careke din vegere, ku niha bi kêfxweşî ve, dewleta DAIŞê ji holê rabûye.”
12:00 p.m
Selahedîn Behaedî: Tewafûq bûye belayeke mezin bo Iraqê
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn di panela yekem a Korbenda Hewlêrê de ragihand, tewafûq bûye belayeke mezin bo Iraqê, çimku bûye corek ji rêkevtina di navbera hêzan de û bûye sedema fetisandina dengê opozisyonê û dengê nerazî.
Selahedîn Behaedîn tekez kir, pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji ber ku destûr esas nayê girtin, nayên çareserkirin.
Selahedîn Behaedîn got: “Me dewleteke federalî nîne, ya ku heye, tenê di destûrê de heye.”
Behaedîn da xuyakirin: “Biyanî ne dûr û ne ji nêzîk ve nikare destêwerdanê bike, eger Iraqî bi xwe mijûlî wê yekê nebin. Iraqî diçin destê biyaniyan digirin û tînin nav Iraqê, ji bo çareserkirina kêşeyên xwe yan jî ji bo serxistina xwe li hember bermaberên xwe.”
11:00 a.m
Panela asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; veqetiyana zêdetir an rêkevtin?
Yekemîn panela Korbenda Hewlêrê di jêr navê (asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; veqetiyana zêdetir an rêkevtin?) de destpê kir.
Di vê panelê de Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Falih Feyaz, Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Ednan Muftî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn û Serokê Hevpeymaniya El-Qerar a Iraqî, Osame Nucêyfî beşdar in.
10:20
Gotara Eyad Ellawî di Korbenda Hewlêrê de
Serokê Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê, Eyad Ellawî di gotara xwe de ragihand: “Hemû nakokiyên herêmî, cîhanî û navxweyî anîne Iraqê û Iraq bûye navenda dijatî û berevaniya li Îranê.”
Serokê Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê, Eyad Allawî anî ziman ku îro, mirov di cîhaneke cuda de dijî, rewşa navdewletî nebaştir dibe û got: “Ji ber rikberiya navdewletî dibe ku şer rû bidin.”
Îro li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve 1. Korbenda Hewlêrê destpê kir. Di korbend de ji Tirkiye, Îran û Iraqê gellek siyasetvan, berpirsên hikûmetan, lêkolîner û nivîskar beşdar bûne,
Di gotara xwe de, Eyad Allawî ragihand ku metirsî heye şerekî navdewletî rû bide.
Ellawî anî ziman ku dema li welatekî bûyerek rû dide, ev yek dikare bandorê li hemû dinyayê bike û berdewam kir: “Îro êdî em di cîhaneke cûda û tevlîhev de dijîn. Rewşa navdewletî nebaştir dibe. Ji ber rikberiya navdewletî dibe ku şer rû bidin.”
Ellawî, di beşeke axaftina xwe ya di derbarê geşedanên li Ewropayê de rave kir ku li Ewropayê guherîneke mezin pêk tê û dom kir:
“Em dibînin ku Brîtanya ji Ewropayê vediqete û di hundir û li derveyê Ewropayê mîhwereke nû çêdibe. Li Atlantîkê, Deryaya Baltîkê û Derya Reş, li dijî Ewropayê geşedanên nû çêdibin. Ji alî din ve di navbera Rûsya û Amerîkayê de nakokî hene. Qirim û Sûriye, du nimûneyên van nakokiyan in. Çîn jî êdî hewlên zêdekirina bandorê dide û li dijî Amerîkayê disekine. Deryaya Sor, qadeke serbixwe bû lê em dibînin ku Îsraîl û hin dewletên din vê deryayê dixin bin kontrola xwe. Tirkiye li Somaliyê navendên leşkerî ava dike.”
Ellawî di berdewamiya axavtina xwe de, hemû van geşedanan wek geşedanên rûdana pirsgirêkên serwerî û ewlehiyê destnîşan kir û diyar kir ku ev rewş, bandoreke xeternak li ser aştiyê dike.
Ellawî tekez kir:“Siyasetên ku li ser çînetî û neteweyî tên kirin, rewşê xerabtir dikin. Sûriye ji bo vê yekê nimûneyeke baş e. Hatina hêzên leşkerî û aborî yên dewletên biyanî jî rewşê aloztir dikin. Rewşa heyî rê vedike ku teror ji nû ve zêde bibe. Me tevan dît. El Qaîde gellek caran hate lawazkirin, lê belê ji ber ku li dijî ramanên wê tekoşîn nehate dayîn, ew raman belav bû û DAIŞê derxiste holê. DAIŞ hê jî neqediyaye û xeter e. Lê belê xeteriya nakokiyên navbera zilhêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin, hin mezintir e.”
09:45 a.m
Gotara Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Kerîm Şingalî ve hate xwendin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo Korbenda Hewlêrê ya salane gotarek şandibû, ku ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî ve hate xwandin.
Nêçîrvan Barzanî di vê gotara xwe de behsa kêşe û pirsgirêkên niha yên Iraqê kir û ragihand: “Em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê, xwedî jiyan û debareke baş û hêja bin. Xweşguzeraniya xelkê nayê dabînkirin, eger ku seqamgîriya siyasî li welat nebe.”
Serokwezîr Barzanî da xuyakirin: “Dewleta nû ya Iraqê di destûr û sîstema xwe ya niha de, xwe wek dewletek demokratîk û federal pênase kiriye. Eger avedanî, xizmetguzarî û beşdariya di rêvebirinê de bi şêweyeke guncaw û hevbeş nebe, hingê seqamgîrî û paşê jî xweşguzeranî, pêşkevtin, ne mumkin e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, sîstema federalî li Iraqê weke sîstemeke rast û dirist him bo Iraqê û him jî bo navçeyê bi nav dike, lê belê rexne li bicihnebûna sîstema federalî li Iraqê bi awayekê baş kir: “Mixabin em hest dikin ku çemka federalî û sîstema federaliyê li Iraqê hêj bi cih nebûye û hêj têgihîştineke temam bo sîstema federaliyê nîne.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir: “Serderiya Bexdayê li gel Herêma Kurdistanê naşibe serederiya li gel herêmeke federal û weke serederiya li gel parêzgehekê ye.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Eger me bi vî çavî temaşeyê meseleyê bikin ku ew yek pîlan e û DAIŞ ji derve bo nav #Iraqê hatiye şandin, em nagihi in ti çareseriyekê û mixabin dibe ku rewş ber bi xirabtirbûnê jî biçe.”
Gotara serokwezîr Nêçîrvan Barzanî
Amadebûyên rêzdar
Mêvanên hêja
sibeha we bi xêr û hûn bi xêr bên bo Korbenda Hewlêrê
Bixêrhatinek taybet bo wan mêvanên ku ji derve hatine bo Herêma Kurdistanê, destxweşiyê li Navenda lêkolînê ya Rûdawê dikim, bo rêkxistin û birêvebirina vê Korbendê û komkirina 14 Navendên lêkolînê li navçeyê di vê dema pêwîst de, bo gotûbêjkirin li ser dirustbûna aştiyê û aramiyê û pêşketinê li navçeya me , hêvîdarim gotûbêjên gelek berhemdar û hevtêgihiştin di navbera hemû aliyan de bibînin.
Rêzdaran, hûn siyasetmedar û lêkoler in, xwedî zanyarî rewangehên xwe ne, ji ber vê yekê dixwazim bi zelaliek zêde li vê derê li pêş we berêzan biaxivim.
Bi rastî em dixwazin bermberî xelkê Kurdistanê û Iraqê bi giştî, xwedî soz bin, em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê , jiyan û xweşguzeraniyek wan ya xweş û hêja hebe, xweşguzeraniya xelkê bicîh nayê, dema ku aramiya siyasî li welat tune be, û xizmetguzarî bidest nakevin, eger welat di rewşek ewlekarî tevlîhev de be, ji bwer vê yekê divê li ser herdû xalan destpê bikin.
Eger em li wan herdû xalana bi hûrî binerin, emê bibînin ku serkirdayetiya siyasî li Herêma Kurdistanê berî hilweşana rejîma berê , hewleke mezin bo Iraqek bi wî awayî dabû.
Ji bo wê yekê jî hijmarek zêde civînên aliyên siyasî yên Iraqî berî hilweşanê û piştî hilweşana rejîmê li Hewlêrê hatin sazkirin. çavê me li wê yekê bû ku Iraqek bo hemûyan dirust bibe, lê mixabin ew bo hemû netewe û pêkhateyan pêk nehat, herwiha dewleta medenî û hevwelatîbûn jî pêk nehat. Lewra grûpên terorîst sûd ji wê rewşê wergirtin, û Qaîde cihê xwe li Iraqê firehtir kir, piştre ji qonaxa Ensar El-Sunne bihêztir bû, îca bû rêxistinek mezintir û bihêztir a terorîst bi navê DAIŞê, ku rewşa Iraq û navçeyê û hemû cîhanê têk da.
Amadebûyên birêz….
Eger em bi çavê pîlangîriyê ku DAIŞ ji derveyî Iraqê hatiye şandin, li vê pirsê temaşa bikin,em nagihên ti çareseriyekê, mixabin emê ber bi rewşek xerabtir ve jî biçin.
Niha DAIŞ tevgerek berdewam li hêlên Stratejîk yên Diyale,Kerkûk, Selahedîn, Enbar û Mûsilê heta Sûriyê dike, şevane tevger û êrîşên terorîstî bo ser hêzên ewlekarî û cihên giştî pêk tîne, piraniya wan jî xelkê Iraqê ne, wate DAIŞ maye, di rewşek wiha tevlîhev de eger DAIŞ nemîne, rêxistinek terorîstî ji paşmayên wê li ser vê erdê jidayik dibe, ji ber vê yekê divê em bi ciddî li ser çareseriyek bingehîn rawestin.
Dewleta nû ya Iraqê di destûr û sîstemê niha de xwe bi dewletek demokratîk û fidralî nasandiye, li dewletek bi vî awayî eger avakirin, xizmetguzarî û beşdarbûn di rêvebirinê de bi awayekî bikêrhatî û hevbeş de çênebe, aramî û herwiha xweşguzeranî û pêşketin jî mehale.
Piştguhxistina beşdarbûnek hevmil, herwiha belavbûna çekan bi vî awayî wiha kiriye ne ku pêşketina aborî, belkî berdewambûna bizava bazirganî û aborî û gelek pêdiviyên rojane jî zehmet bibe, herwiha bandorek yekcar xerabî hebû û heye û bûye rêgir li pêş çareseriyên siyasî, vê yekê nearamî ji bo hevwelatiyan dirustkiribû, ji hemû pêkhateyan re.
Divê ew yek li gor destûra Iraqê çareser bibe, Herêma Kurdistanê ku rexneya wê li 55 maddeyên destûrê heye, ew girêdayî ne bi gelê Kurdistanê ku nehatine cîbicîkirin, ji hemûyan jî zêdetir dixwaze destûr serwer be.
Gelî Rêzdaran…
Ji bo ku em tevgera terorê li Iraqê rawestînin û nehêlin, divê berî her tiştî cihên wêrankirî ava bikin, ji ber zemîna geşbûna terorê di nav wêranî û navçeyên bê xizmetguzarî de ye, lewra divê zû dest bi avakirinê bê kirin.
Ji bo hemûyan gelekî nexweşe, ku yek ji kevintirîn bajarên navçeyê û cîhanê, bajarê Mûsil ku bi vî awayî wêrane, divê hikûmet piştîvaniya sermayedarên Mûsilê bike, ji bo ku destpêşxeriyên avakirina Mûsilê di destê wan de be, divê xelkê hemû parêzgehên naverasta Iraqê, ne ku çend kes li wan parêzgehan, xwe bi hevbeş û beşdar di birêvebiribna desthilat û kargêriya Iraqê de bibînin, divê peywendî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bi kirdar û awayekî kûr û rast bê kirin.
Ji bo nehiştina terorê û nehiştina derketina terorê li jêr navekî din de, pêwîstiya me bi sîstemekî perwerdeyê heye ku Iraqê pêş bixin, planek me ya hûr nû bo avakirinê hebe, hevbeşî û beşdarbûnek bikêrhatî ya hemû netewe û xwedî ol û mezheb li wê birêvebirna welat hebe, û rêyên pêkvejiyanek aştiyane li Iraqê bi hêz û kûr bikin, bîmeya tendirustî, bîmeya bêkarî û hejariyê, jiyan û xwendin bo ew kesên bê dayik û bav bûne, her wek di destûra Iraqê de hatiye, bo hemûyan peyda bikin.
Lê ji bo ku bikaribin wê yekê bikin, divê hemû alî bi zelalî û hevtêgihiştin û pêkvekarkirin û lihevkirinek nû li Iraqê dirust bibe, em bi hemû awayî amade ne ku îro wê yekê dest pê bikin.
Berêz serokwezîr Adil Ebdulmehdî kesekî bikêrhatiye bo qonaxek bi vî awayî, û divê hemû aliyên siyasî jî gihiştibin wê baweriya ku pêkvekarkirin bo birêvebirinek baştir û dirustkirina aramiyê gelekî pêwîste. Bi taybet jî eger rêjeya kêmbûna beşdariya xelkê di hilbijartina borî de ya Iraqê bixin ber çavê xwe, ew yek bêbaweriyê bi sîstem û birêvebirina welat pêşan dide, divê hemû alî bi kar û kirdar û reftarê xwe, baweriya xelkê Iraqê bi sîstema siyasî dirust bikin.
Gelî rêzdaran….
Berî hilweşana rejîma berê, Herêma Kurdistanê Iraqeke din bû, ew Iraqa ku hemû aliyên siyasî yên Irqaî di opozisyonê de şanazî pê dikirin,bo hetmiyeta guhertina rejîmê û bo bingehdanîna Iraqek pêşketî li ser bingehên fedralî.
Opozisyona Iraqê di kongreya London û Selahedîn de fedralî pesend kir, û di destûrê demkî û daimî yê Iraqê de hat bicîhkirin, gelê Kurdistanê di wê baweriyê de bû, ku li gor xwezaya hemerengiya Iraqê, ew sîstem zêdetir tê pêşxistin û firehtir dibe, ew tişt di dema borî û niha de li Iraqê dibînin, ewe ku bi rastî fedralî rê û sîstema raste bo firehkirinê li Iraqê.
Lê ez dixwazim gelekî bi zelalî ji bo we gelî hêjayan bibêjim, mixabin em hest dikin, ku fikra fedralî û sîstema fedralî li Iraqê hêjî nehatiye bicîhkirin, û heta niha jî hevtêgihiştinek bi temamî nîne bo fikr û sîstema fedralî. Ji ber vê yekê jî mameleyek heye li gel Herêma Kurdistanê, ku wek mamele li gel Herêmekê birêve naçe, dibe ku mamele li gel parêzgehekê be, hêvîdarin ev awaye li ba desthilata hikûmeta Iraqê bê rastkirin.
Ti merem li rêkeftin û sozan de bi vî awayî nebûn, herwiha di destûra Iraqê de bingehê fedraliyê hat danîn, û di gelek maddeyên destûra Irqê de jî rêya firhkirin û bicîhkirinek kûr bo sîstema fedralî hatiye kirin, ji ber vê yekê di birêvebirina Iraqê de divê sîstema fedralî zêdetir bê firehkirin û kûrtir kirin, lê ew tişt ku dibînin di mamelkirinê de û di projeyasayên nû de, bi rastî berovajî wê rewangeha destûrê ye, ew jî binpêkirina bingehên lihevkirin û fedraliyê ye, wate bi tevahî berovajî destûre.
Bingehek di destûra Iraqê de hatiye danîn, divê yasa li gor sîstema fedralî bên danîn, û yasayên nebikêrhatî jî li gor guherîna sîstema fedralî ya rasteqîne bên vegerndin, lê ew tiştê ku em dibînin berovajî wê yekê ye, lewra dixwazim bala we hemûyan bikişînim ser wî aliyê metirsîdar, û pêwîste hemû alî wê yekê di mamele û yasayan de rast bikin, ji ber ew berovajî destûre.
Di dawiyê de, gelekî bi min xweşe, hûn û hemû sitafên siyasî û akademî û rewşenbîr li Iraq li ser ewlekarî û serweriyê bi awayekî serdemî dest bi gotûbêjan bikin, ji bo ku bi awayekî rast û rasteqîne, ku ewlekarî û serweriya me hebe, ne tenê bi slogan û gotinê.
Careka din bi xêrhatina we dikim û serkftî bin, û hêviya rojek xweş bo we dixwazim.
1ê Adarê 2019.
09:40 a.m
Korbenda Hewlêrê bi gotara Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Mamend Roje dest pê kir
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Mamend Roje, di yekemîn panela Korbenda Hewlêrê, ya bi serenava “Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê: Zêdetir veqetîn an rêkevtin?” de axivî. Mamend Roje, di axaftina xwe de qala taybetiyên erdnîgarî û çavkaniyên sirûştî û çend cûre taybetiyên grîng ên mezopotamya kir.
Mamend Roje ragihand: “Mezopotamya yan jî Iraq, bi çavkaniyên xwe yên sererd û binerdê, wek dilê rojhilata navîn tê nasîn. Rojhilata navîn jî hînterlanda dîroka cîhanê pêk tîne. Ev herêm navcergeya sê parzemînên Asya, Ewropa û Afrîkayê ye. Ji ber vê yekê pêlên gellek çand û şaristaniyan di hundirê xwe de dihebîne.
Iraq û Kurdistan di nav cergeya pênc hewzên bejayî û deryayî de ne. Taybetiyên vê herêmê yên jeokulturî, bi xwere taybetiyên jeostratejîk jî aniye. Mezopotamya, li navenda hewza bejayî ya Asya piçûk; Qefqasya, Îran, Şam û çolên Ereb û hewza deryayî; wek Deryaya Reş, Deryaya Sipî, Deryaya Qezwîn, Kendav ango Deryaya Sor dikeve. Ev taybetiya wê ya jeostratejîk, pêlên navxweyî û derveyî bi hev digoncivîne.”
Mamend Roje anî ziman ku di serdemên kevn de Iraq, navenda rojhilata navîn pêk aniye, vê yekê jî kiriye ku li ser vê erdnîgariyê çendîn şaristanî û împaratoriyên cuda pêk bên.
Roje got, geşedanên neyênî û hilkişîna Mezopotamya bi vî awayî bûye: “Her dema ku jor û jêrên Iraqê, li ser mafê serweriya yeksan li hev kirine, vê yekê bandora xwe li hemû herêmê kiriye. Lê her dema ku ev yeksanî pêk nehatiye, vê yekê rê vekiriye ku Kurdistan û Iraq ji aliyê hêzên derve ve bêne dagirkirin.”
Mamend Roje wiha berdewam kir: “Di serhildana Ebûmuslîmê Xorasanî de zarokên Mezopotamyayê yên jorîn, zarokên jêrîn rizgar kirin. Di vê navberê de Împaratoriya Ebasî ji dayîk bû. Di dema Ebasiyan d herêm, di warê jeopolîtîk û jeokulturî de hilkêşiya. Şahkarên mezin peyda bûn. Felsefe geşiya, zanist bi pêş ket, her çar mezhebên fiqhî; Sunneyî û hemû mezhebên Şîayî berhemên vê serdemê ne. Kelam û îrfan gihîşt. Çand, tesamuh û tolerans berz bû. Pergala siyasî ya vê serdemê jî konfederalî bû.
Di serdema Buweyhiyan de, stratejiya Muizûdewle Ehmed ew bû ku hukumraniya xwe bigihîne Deryaya Sipî. Pi alîkariya Kurdan ev stratejî bi ser ket. Buweyhiyên ku bixwe Şîeyên Zendî bûn, Bexda jî stendin, lê belê ne xelîfe kuştin û ne jî Împeratoriya Ebasiyan hilweşandin.
Di serdema Selçûqiyan de, Alparslan li gel Mela Yehyayê Mizorî rûnişt û daxwaza 10 hezar serbazên Kurd lê kir û Şerê Melazgirê, bi piştevaniya van serbazên Kurd hate qezenckirin. Bi vî awayî dergehên Anatolyayê ji wan re vebûn. Herwiha navê Kurdistan jî berhemeke serdema Selçûkiyan e ku Sultan Sencer bixwe mora xwe lê daye.
Di donaxa Osmanî de modêlên otonom, federal û konfederal li holê bûn. Ev ruhê ku berhema serdemên Ebasî, Buweyhî û Selçûkiyan bû, di serdema Osmanî de, di Şerên Çaldran û Mercî Dabiq de gihîşte asta herî bilind.
Deqa peymannameya Şêx Îdrîsê Bedlîsî ya li gel Yavuz Sultan Selim hê jî heye ku serweryeke mezin pêşkêşî Kurdan kiriye. Bi vî awayî em dibînin ku ri şaristaniya herêmê de, roleke berbiçav a pêkhateyên herêmê hebûye.”
Iraq derfetek bo geşbûnê
Mamend Roje, di derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de jî nirxandinan kir. Roje, anî ziman ku îro Iraq, di qonaxeke sext de derbas dibe û paytexta Kurdistanê Hewlêr, li tenişta Bexdayê wek paytextê duyem geş dibe. Mamend Roje wiha berdewamî da axavtina xwe:
“Iraq û Kurdistan, eger pirsgirêkên xwe yên stratejîk çareser bikin, ûzeyên xwe ji bo civakê terxan bikin û dezgehên wan di biryarên xwe yên stratejîk de guh bidine berhemên zanistî û stratejiyên xwe li gor van nuxbeyên bimeşînin, wê gavê Iraq, dikare pêngaveke mezin bavêje. Wê gavê dikare bibe navendeke guherînê ya demokrasiyê.
Herêma me weke herêmeke nearam û neseqamgîr tê wesifkirin. Hemû zilhêz, lebatên gelên vê herêmê dişopînin û biryarên çarenûsê didin. Çima? Çimkî dewlet û siyasiyên me, ti carê rê nedane ku pirsgirêkan xwe bi beşdariya hemû pêkhateyan û bi hev re çareser bikin. Ji ber vê yekê xwe bi xwe neseqamgîr û nearam dikin.
Ez dipirsim; gelo wext nehatiy ku destebijêrên me yên ramanî û siyasî, li hev bicivin û ji bo çareserkirina qeyranan li rêbazan bigerin? Yekem car e, destbijêrên ramanî û siyasî di yekem Korbenda Hewlêr de, li gel 14 tînk tank û dezgehên raman û stratejî li hev civiyane. Em bawer dikin ku em dikarin ji bo qeyranên xwe çareseriyan biafirînin. Em dibêjin: Çareseriya kêşeyên me, li derekê di xew de ye. Ev helwest, destpêka yekîtiya herêmê ye. Kurdistan, derbazgeha Iraqê ye. Iraq jî dergûşa rojhilata navîn e. Dîrokê li vê derê destpê kir û em jî li vê derê destpê dikin.
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Mamend Roje di gotara xwe amaje bi kêşeyên heyî yên li Iraqê û navçeyê kir û ragihand: “Çareseriya kêşeyên me, yekîtiya navçeyî ye. Ev pêngav destpêkek e bo yekîtiya navçeyî. Kurdistan dergehê Iraqê ye, Iraq jî lanka Rojhilata Navîn e. Dîrokê ji vir ve destpê kir, em jî dê ji vir ve destpê bikin.”
09:30 a.m
Korbenda Hewlêrê îro birêve diçe
Îro înê 1ê Adara 2019 yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Korbend ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hatiye sazkirin û dê bo dema 2 rojan berdewam be.
Di korbendê de çendîn berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistan û Iraqê û welatên navçeyê û pispir û şareza beşdar in.
Herwiha di korbendê de dê ji bilî pêşkêşkirina çendîn gotaran, dê hejmarek panel jî birêve biçin û di wan panelan de jî dê gotûbêj li ser rewşa Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îran û Rojhilata Navîn bê kirin.
Bi berdewamî tê nûkirin...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse