Mexmûr (Rûdaw) – Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana eniya Guwêr-Mexmûrê ya şerê DAIŞê kir û ji aliyê Fermandeyê wê eniyê Sîrwan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Barzanî îro serdana eniya Guwêr-Mexmûrê kir û bi fermande û pêşmergeyên wê eniyê re civiya.
Nêçîrvan Barzanî sala nû li hêzên Pêşmerge pîroz kir û wiha got: “Ez hêvîdar im sala 2015an bibe sala aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, teror û terorîst bi yekcarî bên jinavbirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê Pêşmerge da ku her roj di şerê DAIŞê de serkeftinên nû bidest dixin û çekdarên DAIŞê ji Kurdistanê dûr dixin.
Serokwezîr Barzanî hevxemî û sersaxî ji bo malbatên şehîdan nîşan da û got, Pêşmerge ji Kobanî heta Şingal û Celewla û Seidiyê canê xwe fîda dikin û di şerekî de şehîd dibin ku bi zorê bi ser gelê Kurdistanê de hatiye sepandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse