Ronî Alasor: Ez ji xwendevanên Kurd re nanivîsim

26-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hevpeyvîn : Azad Kurdî


Belçîka (Rûdaw) - Rojnamevan û birêvebirê ajans û weşanxaneya Ararat News li Belçîkayê, Ronî Alasor di hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê diyar dike ku wî ji sala 1988ê û ve wekî rojnamevanekî Kurdistanî bêyî cudahî ji bo çar perçeyên Kurdistanê kar kirye.

Em dixwazin tu ji me re xwe bidî nasandin. Ronî Alasor  kî ye ? Ji kengê ve tu li Ewropa û Belçîka dijî? Te çi xwendiye?

Ez nivîskar û rojnamevanekî kurd û norwêçî me. Sala 1963ê li gundê Govendikê li ser Qereçana herêma Serhedê ji dayik bûme. Koka bav û kalên min ji çiyayê Elegezê ne. Piştî 12ê Îlona sala 1980ê, di dema rejîma leşkerî ya Tirk de, ez ji welatê xwe derketim û koçber bûm û çûm Norwêç. Ez wek hemwelatiyekî Tirkiyeyê ji dayik bûm. Wek her zarokek kurd, ez bi lêdan û destê zorê zimanê tirkî û perwerda wan a nejadperestî mezin bûm. Ev yek ji wan birînên dilê min in û ez ticaran ji bîr nakim. Dema ku ez behsa zaroktiya xwe, zordarî û rewşa feqîriya wê demê dikim, keçika min ya deh salî û dayika wê ya ne Kurd zehmetî dikşînin ku fêm bikin. Rastî ew e ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê ji bilî zor û zilmeke traumatîk tiştek neda min. Bes piştî ku ez çûm Norweçê, civak û welatê Norweç aliyê çanda demokratîk, zanyarî û humanîzmê de gellek perwerde da min. Dijî her zext û zordariyê, ji bo mafên min yên azadî û demokratîk, wek rojnemevanekî azad û serbixwe, rêxistinên Norweç yên sivîl û dewleta Norweç herdem heya roja îro jî piştgirtiya min kiriye û dike. Norweç ji bo min weke perçekî Kurdistanê ye û ez îro çiqas li paytexta Yekîtiya Ewropayê, Brukselê dijîm jî, bes Norweç herdem di dilê min de ye. Norweçê gellek da min, bes min wek dilê xwe tiştek neda Norweçê...

 

Jiyana te ya rojnamevaniyê kengî destpêkir ?

Salên 1980ê, wê demê derheqê zordarî û komkujiyên li ser Kurdan bêdengî, kerr û lalbûneke mezin li Ewropayê hebû. Kurdên siyasi û welatparêz zêdetir îdeolojîk bûn. Kar û xebatên naskirina Kurdan di nava gelên Ewropayê de zêde pêwîst bû. Sala 1988ê, meha Adarê dema komkujiya Helebçê qewimî, min biryareke teybet di jiyana xwe de girt. Min îdeolojî û nakokiya di nav rêxistinên Kurd de berda û ji sala 1988ê şûnde heya roja îro wekî rojnamevanekî Kurdistanî ji bo çar parçên Kurdistanê kar dikim. Wekî rojnamevan, pirsgirêkên hemû gelên bindest, bi taybetî jî hemû gelên Kurdistanê bûn yek ji wan armanc û misyonên min. Piştî xweperwerdekirin û kursên li ser teknîk û zimanê rojnamevaniya klasîk, min di rojnameyên Norwêçî û Kurdî de dest bi kar kir. Ji sala 1988ê heta roja îro, herdem û wekî niha, min wekî rojnemevanekî azad (freelancer) xebata xwe meşandiye. Min mêjî û qelema xwe ne li dijî Kurd û Kurdistaniyan û çiqas şaşî û xeletiyên wan hebin jî, ne li dijî rêxistin û partiyên Kurdan kar aniye. Lêbelê eleqeyên min herdem bi hemû rêxistinên Kurd re dostane bûne, min rexneyên xwe herdem bi rûbirû ji wan re anîne zimên. Navbera salên 1988 û 1999ê de min pirsgirêkên Kurdan, zordariya li dijî Kurdan ji Ewropayan re nivîsandiye û dinivîsim û min wekî nûçevanekî dîplomatîk (diplomatical correspondant) raya welatên Iskandinavyayê li ser Kurdan digirt û ji rojnameyên jurdî re radigihand.

 

Ev çend sal in te Ajans û weşanxaneya Ararat News ava kiriye û tu seroktiya wê dikî?

Newroza sala 1999ê min Ajansa Ararat (Ararat News-Publishing, ANP, araratnews.com) ava kir. Ji sala 2007ê ve jî dema ku em ji ber sedemên malbatî hatin Brukselê, akredîtasyonên ANP’ê û yên min wek rojnemevan li cem Parlamana Ewropa, Konseya Yekîtiya Ewropa, Komîsyona Yekîtiya Ewropa û NATOyê hat qebûlkirin. ANP wek weşanxaneyek jî kar dike û pirtûkan jî diweşîne. Yek ji wan pirtûkên herî dawî me bi kurdî weşand jî ya nivîskar û dîrokzanê me mamoste Wezîrê Eşo li ser kurdzanê mezin Qanatê Kurdo ye.

Ararat News çi karan dike? Ji bo çi ava bûye?

Wek ajans ANP şîrketeke Norwêçê ye, nûçe, analîz û gotarên şirovekirinê bi zimanê îngilîzî têde tên weşandin. Hemû nûçe û nivîsên me zêdetir li ser rewşa Kurdan, hemû gelên Kurdistanî, dewletên dagirker û Rojhilata Navîn e. Pirsgirêka gelên Kurdistan û Mezopotamyayê wek Kurd, Ermenî, Asûr-Suryanî û hwd, siyaseta Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û nêrîn û elaqeyên wan li ser Kurdistanê jî yek ji wan mijarên me ne.

Çima  zêde weşanên we bi bi îngilîzî ne?

Ez ji xwendevanên Kurd re nanivîsînim û nûçeyên me ne rojane ne. Xwendevanên me Ewropayî û Rojavayî ne. Li ser bûyerên nû û balkêş li çar perçên Kurdistanê bala Ewropiyan dikşînim. Her nivîsarek ez li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê dinivîsim, ji aliyê 1300 heya 1700 xwendevanên îngilîzî ve tê xwendin. Yek jî “Mezopotamian Development Society (Mesop Online, mesop.de” ya ku li bin rêveberiya Hans Branscheidt li Almanya de ye, ew jî heya 10 hezaran wek ‘News letter’ belav dike. Em jî wek ‘News letter’ sazî û xebatkarên global re dişînin. Em dikarin bibêjin ku her nivîseke me ji aliyê 13 heya 14 hezar kesî ve tê xwendin. Hemû xwendevanên me, siyasetmedarên Ewupayî ne, çalakvanên mafê mirovan, pispor, dîplomat û hwd in. Ew Ewropayî û Amerîkî, giranî li ser Kurdan û Rojhilata Navîn kar dikin.

Partî û saziyên Kurdî alîkariya we dikin di warê aborî de ?

Ararat News wekî min, dezgeheke serbixwe ye, em alîkarî û piştgiriyê ne ji hêzên Kurdî û ne ji ti hêzeke din werdigirin. Bes heger alîkariyek li ser hîmê netewî hebe, kar û xebatên me zêdetir efektîftir bibin û em dikarin hersal çend ciwanên Kurd wekî rojnemevan di nav saziyên Ewropayî de perwerde bikin. Ev îmkan heye.

Ji bo pêşxistina pirsa Kurd li dezgehên Ewropayê dive çi were kirin?

Wekî Kurdekî rojnemevan ku dikaribe bikeve nav hemû saziyên Yekîtiya Ewropayê û saziyên global, pêşniyariya min ew e ku gerek hemû rêxistinên Kurd, bi teybetî jî Hikûmeta Federal a Kurdistanê û tevgera Bakur, Desteya Bilind a Kurd û hemû partiyên Rojhilatî bi hevre zêdetir giraniya xwe bidin li nav saziyên Yekîtiya Ewropayê. YEyê pirr pêwîste û karekî zêdetir profesyonel dixwaze. Gerek Kurd bi hev re rikeberiyê nekin, bes hevkariyê ligel hev bikin, ji bo pêşxistina pirsa Kurd li çar perçeyên di çarçoveya saziyên biryarderên Ewropî de. Rewş û hesasiyeta Rojava li ber çavan e, zilm û zordariya  li Rojhilatê jî şiroveyê naxwaze.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst