Balyozê berê yê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) James Jeffrey diyar kir ku divê mijara serxwebûnê di bernameya her serkirdeyek Kurd de hebe.
Jeffrey daxuyand ku dema di havîna sala 2014’ê de DAIŞê êrîşê Hewlêrê kir Tirkiyê ku dostê baş ê Herêma Kurdistanê bû, alîkarî nedaye Kurdan û got ku bi tevê hebûna Hêzên Pêşmerge, herêmê nekarî xwe biparêze.
Jeffrey destnîşan kir ku Kurdistan ne Îsraîl e û ji sedî sed jî nikara pişt bi hêza xwe ve girêbide.
Dîplomatkarê Amerîkî got: “Bêyî razîbûn serxwebûn bê ragihandin, divê li hêviya piştgiriya Washigtonê jî nebin.”
James Jeffrey bersiv da pirsên Rûdawê:
Iraq weke encamek berçav ê polîtîkayên ne serkeftî yên DYA’yê tê dîtin. Di vê mijarê de nêrîna we çi ye?
Beriya hemû tiştekê ez serok Barack Obama jî û Amerîkayê jî şermezar nakim. Herwiha jiber berteka wan, gelên Rojhilata Navîn jî şermezar nakim. Ji sala 1940 heta 1980’êyan li rojhilatê Asyayê gelek caran welat bi pirsgirêkên navxweyî re rûbirû man. Li başûr û naverastê parzemîna Amerîkayê jî rewş heman awayî bû. Li Venezûela û gelek deverên din rewş hê jî wiha ye. Ji ber vê yekê, sedemê yekê; çavkaniya xwe ji hebûna komên cûda yên olî û etnîkî digre. Ya duwem; Hemû hewldanên Amerîkayê yên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan serkeftî nebû. Lê me ev ytek ne afirandiye. Sedemê ji karketina Hikûmeta Iraqê ne em in.
LI IRAQÊ KÎ TAWANBAR E?
Lê we nekarî çareser bikin?
Me çareser nekir. Lê me wesa hizir dikir ku emê çareser bikin. Pare û hewldanek cidî jî hate terxankirin. Bawer nakim ku me rewş berbi xirabiyê ve biribe. Di salên dawî de me pirsgirêka Koreya Başûr, Almanya, Japonya, welatên rojavayê Awrûpayê û Kolombiyayê çareser kir. Ev mînakên erênî ne lê yên Rojhilata Navîn jî nerênî ne.
Herwiha ligel hatina DAIŞ’ê ev encamp jî derketin hole:
- Sunneyên tundrew hemû herêmên ku serwer nebûn jî control kirin.
-Eşkere bû ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî weke gef temaşeyî hemû herêmên Sûnneyan kiriye.
- Li Sûriyê jî me nekarî pêşiya valatiya rêveberiyê bigrin. Di vê rewşê de El Qaîde karî xwe biguhere û bibe xwedan dewlet û artêşê. Niha jî bi vê dewlet û artêşa xwe gefan li Sûriyê û Iraqê û herwiha hemû gelên cîhanê dixwin.
HELWESTA LI HEMBER MALÎKÎ
Nûrî Malîkî weke berpirsê rewşa îro tê dîtin û tê gotin ku Amerîkayê jî cave xwe ji Malîkî re girtiye. Gelo ev îdîa rast e?
Ne rast e. Me her dem dizanî ka Malîkî çi dike. Ew bi hilbijartinên demokratîk hatibû ser desthiladariyê. Partiyên Şîe, herdu partiyên mezin ên Kurdî û beşek mezin ê Sûnneyan jî piştgirî dane hatina wî. Me dizaniya ka çi tê jiyan kirin û derbarê vê yekê de jî hişyariyên xwe dabû. Heger ew guhdariya me neke ma em dikarin çiyê din bikin?
Dema Heyder Ebadî hate ser desthiladariyê piştgiriyek cidî dane wî lê dîsa jî serkeftî nebû. Sedemê vê yekê çi bû?
Bi nêrîna min beşek ji sedemê vê yekê jiber polîtîkayên yekalî bû. Nekarî ligel partiyên siyasî hevkariyê bike.
JI BO KURDAN 4 SEDEM
Gelo wê sîstema federalîzmê bikare van pirsgirêkên Iraqê çareser bike?
Herêma federal a Kurdan jiber 4 sedeman bo wan giring e: Ya yekem, xwedan hêzek fermî yê leşkerî ne ku di destûrê de jî hatiye naskirin. A duwem xwedan gaz û petrol in. A sêyem Amerîka û Tirkiye piştgiriya wan dike. Ya çarem jî, dibin mûxatabê hikûmeta navendî ku pirgirêkên vê rêveberiyê ji yê Kurdistanê mezintir e. Wate, şerê DAIŞ’ê, Sûnneyên li welat, tevgerên Şîe yên weke yê Mûqteda el-Sadir.
Di rewşek wiha de şert ji bo Kurdan gûncayî ne lê ji bo Sûneyan ne. Lê hêvî dikim ku ew jî vê yekê taqî bikin.
Şîe di nava xwe ber bi gengeşiyek nû ve diçin?
Nexêr, ji ber ku sê hêmanên bihêz hene ku Şîeyên Iraqê dike yek. Hikûmetekê ku piraniya wê Şîe ne, di berjewendiya wan de ye. Rola Ayetullah Sistanî pir giring e. Perçebûna Şîeyan ne li gor berjewendiya Îranê ye. Herwiha ne di berjewendiya Amrîkayê jî de ye.
Amerîka paşeroja Kerkûkê çawa dibînin? Gelo wê ev bajar li ser Herêma Kurdistanê be?
Amerîka dixwaze gelê Kerkûkê bibe xwedan gotin. Li gor destûra Iraqê, Kerkûk dikare bibe perçeyek ji Herêma Kurdistanê. Heger Kerkûkî bixwazin dikarin bibin perçeyek ji rêveberiya Herêma Kurdistanê. Amerîka ji wê yekê razî nabe ku bi zexta Bexda yan jî Hewlêrê encamên din derbikevin û bên cîbicîkirin.
REFERANDÛM
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara referandûmê daye. Hindek nîgeraniyên DYA’yê ji vê yekê hene. Gelo wê rêveberiya Washingtonê li dijî vê biryarê be?
Ev yek li ser hindek şert û mercan dimîne. Di serî de jî bi yekîtiya li Kurdan ve pêwendîdar e. Ez pêdaçûna nakokiyên di navbera PDK, YNK û Tevgera Goran dikim. Bi tevê van hemû arîşeyan jî, li gor herêmên din ên Rojhilata Navîn, li Kurdistanê heta astekê yekîtî û seqamgîrî pêkhatiye.
Li hember her egerekê weke destwerdana Îranê ya li ser tevahiya Iraqê, perçebûna welat û rewşa DAIŞê, divê dosyeya serxwebûnê di canteya her serkirdeyek Kurd de hebe. Lê belê ev yek him ji bo Kurdistanê û him jî ji bo perçeyên din ên Iraqê biryarek cidî ye. Kurdistan serbixwe bibe wê Iraq her bimîne. Guman ji wê yekê tê kirin ku heger Kurdistan serbixwe be wê li Iraqê jî seqamgirî nemîne. Heta niha jiber hebûna Kurdan, Iraq welatek demokratîk bû. Pirsgirêkek din jî meyzekirina welatên din ji bo vê biryarê ye. Me dît ku bi tevê hebûna Hêzên Pêşmerge, di havîna sala 2014’ê de li hember êrîşan Kurdistanê nekarî ji sedî sed bi piştgirêdana hêza xwe, xwe bi başî biparêze. Kurdistan ne Îsraîl e.
TIRKIYE Û KURD
Baş e garantiya ewlekariyê çi ye?
Di sala 2014’ê de me dît ku ev alîkarî ji Tirkiyê nayê ku Tirkiye baştirîn dostê Kurdan ê li herêmê de ye. Amerîkayê ev alîkarî da. Amerîka mijara perçebûna Iraqê bi germî pêşwazî nake. Jiber vê yekê ez bawer nakim ku bi biryarek wiha xweşhal jî be. Heger bêyî razîbûna Amerîkayê ev yek pêk bê, ez bawer nakim ku ew jî ji bo parastina Kurdistanê cane leşkerên xwe bixe metirsiyê.
Ji ber çi Tirkiyê alîkarî neda?
Sedema vê ne dîlên konsolxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê bû. Tirkiyê xwest bibîne ka wê Amerîka alîkariyê bide Kurdan yan nade.
Derbarê pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê, Amerîka dikare çi bike?
Di hûrdekariyan de Amerîka nikare tiştekê bike. Herwiha di astek jor de jî nikare tiştekê bike. Jiber ku, divê rola wî li gor şertên birêz Mesûd Barzanî, Hêro Talabanî û Noşîrwan Mistefa be. Baş e ma wê Amerîka van şertan qebûl bike? Di her derfetê de em ji partiyên Kurdî re dibêjin sîstema xwe ya demokratîk biparêzin. Lê em nabêjin heger hûn vê yekê wiha nekin wê ev yek biqewime. Em dizanin ji bo Kurdistanê biryara herî rast kîjan e lê biryar ne di destê gel de ye û biryar ji aliyê serokên komên cûda ve tên girtin.
ÇEKÊN DYA’YÊ
Hûn di şerê li dijî DAIŞê de rola pêşmergeyan çawa dibînin? Gelo Amerîka li gor pêwîstiyan alîkariya çek û teqemeniyan dide pêşmergeyan?
Me gelek çek ji Kurdan re şandin. Piştgiriyek cidî yê hewayî jî da. Di demên dawî de helîkopterên cure Kobra jî şand. Herwiha welatên din jî çek şandin. Berovajiyê Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge bi van çekan pêgeha xwe bihêz kir. Karîn hevsengiya hêzê biguherin û DAIŞê naçar bikin ku paş de gav biavêje. Pêşmerge yek ji hêza herî bi bandor ê li dijî DAIŞê ye û tiştên wan kiriye nûwaze ye. Em bextewer in ku ligel wan hevpeyman in.
PORTRE / James JEFFREY
James Franklin Jeffrey di sala 1946’ê ji dayik bûye û endamê dezgeha lêkolînan a Enstitûya Washingtonê ye. Di serdema serokatiya George W. Bush de erkê Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî kir. Di sala 2008’ê de weke balyozê DYA yê Enqerê kar kir û di navbera salên 2010 û 2012’ê de jî bû balyozê DYA yê Bexdayê.
Jeffrey di astek baş de zimanê Almanî, Fransizî û Tirkî dizane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse