Hewlêr (Rûdaw)- Cansever bi esl makedonî ye û ji tirkên Makedonyayê ye. Sever di Tîrmeha 1967an de ji dayik bûye. Berhemên wê kêm in, lê hezkiriyên wê pirr in.
Cansever dibêje: “Pirraniya hezkiriyên stranên min kurd in.” Navborî ta niha 7 albûm belav kirine. Ew Îbrahîm Tatlîses wek mamosteyê xwe dibîne, çimkî Tatlîses hertim piştevaniya wê kiriye.
Cansever, li ser hunermendê kurd ê koçkirî Ehmed Kaya jî dibêje: “Berhemên wî pirr xweş in û bi hêsanî nayên jibîrkirin.” Rûdawê bi riya telefonê ev hevpeyvîn bi Can Severê re saz kir.
Rûdaw: Hunermendê kurd Ehmed Kaya ji aliyê gellek hunermendên tirk ve hat şermezarkirin, çimkî Kaya stranek bi zimanê kurdî got. Bi nerîna te, ev şermezarkirin di cihê xwe de bû?
Cansever: Divê her kes bikare bi zimanê xwe stranan bibêje. Kes nikare rê li ber vê yekê bigire ku mirov bi zimanê dayika xwe xeber bide û stranan bibêje. Wek mînak, ez ji Makedonyayê me. Bêguman, divê ez bi zimanê xwe stranan bêjim. Vêga ez li mala xwe bi zimanê diya xwe xeber didim û stranan dibêjim û ne ji mafê kesî ye destêwerdanê di vî tiştî de bike. Par, min stranek bi zimanê makedonî tomar kir. Li Tirkiyeyê guhdarên vê stranê pirr bûn. Lê ta niha kesî ji min re negotiye te çima bi zimanê diya xwe ew stran gotiye û kes nikare vê ji min re bêje jî. Bi baweriya min, karên hunermend Ehmed Kaya pirr bedew in û qet bi hêsanî winda nabin û nayên jibîrkirin.
Îbrahîm Tatlîses pirr piştevaniya te kiriye. Nexweşketina Tatlîses bandoreke çawa li ser strana tirkî kiriye?
Bêguman valahiyeke mezin peyda bû piştî ku Tatlîses nema stranan dibêje. Îbrahîm împeratorê muzîka Tirkiyê û Balkanê ye. Ew mezinê me ye. Ez hertim jê re dua dikim ku baş bibe. Xwedê tenê dizane ka dê kesekî din wek împerator peyda bibe yan na.
Kobanî di rewşeke ne xweş de ye, lê pirraniya hunermendên tirk bê helwest in û deng ji wan nayê. Helwesta te çi ye gelo?
Nexêr, wek mirovekê dilê min li ser bûyerên Kobanî û her cihekî din pirr teng e. Şêniyên Kobanî xwişk û birayên me ne. Beriya her tiştî ew evdên Xwedê ne. Ez pirr dilteng im çimkî wiha tê serê wan. Ez ji hemû aliyan daxwaz dikim ku alîkariya diravî û moralî bidin penaberên Kobanî.
Gelo di bernameya te de heye tu konsêrteke xêrxwazî bo penaberan li dar bixî?
Bêguman ez hêvî dikim em hemû bêne ba hev û konsêrteke mezin û berfireh bo penaberan saz bikin. Çimkî ew ji goşt û xwîna me ne. Nabe em wan piştguh bikin.
Te carekê serdana Kurdistanê kir û te bi zimanê kurdî ku wê demê li Tirkiyê qedexe bû, stranek got. Dema tu vegeriyayî, serê te neket belayê?
Ez pirr kêfxweş bûm ku min li Kurdistanê stran got. Ez spasiya hunermend Şerîf Qeyran dikim ku pirr hevkariya min kir da ez bême Kurdistanê û hezkiriyên dengê xwe ji nêzîk ve bibînim. Qet ji bîra min naçe ku ji ser sînorê Îbrahîm Xelîl heta Zaxo, xelkê bi dilekî pirr germ pêşwaziya min kir.
Li Tirkiyeyê jî, na serê min neket belayê, çimkî min stranên siyasî negot. Ez amade me bi her zimanekî stranan bêjim. Çimkî ez ne siyaset, lê hunerê dikim.
Bi rastî serdana min bo Kurdistanê wek xewnekê bû. Xwezaya Kurdistanê pirr bedew e. Hogirên dengê min li her derekê bin, ew der dilê min xweş dike. Ez dikarim bêjim ji sedî 90 ji hogirên dengê min kurdên Tirkiyeyê ne. Ev yek dilê min xweş dike. Guhdarên min ên kurd ji tirkan bêhtir in. Ez kêfxweş im ku min karîbû bikevim dilê malbatên kurd û bibim hunermenda malbatên kurd. Ji xeynî gelê kurd, ereb û yugoslav jî pirr ji dengê min hez dikin.
Egera wê yekê heye tu serdana Hewlêrê bikî û konsêrtekê lê saz bikî?
Ez dikarim li her deverekê konsêrtan saz bikim, li Zaxo, li Hewlêr û li Îranê jî. Divê hunermend cihêwaziyê nexe nav xelkê de. Pêwistiya muzîkê bi vîza û paseportê nîne û gumrik jî li ser muzîkê nîne. Stran dikare li her cihî belav bibe û ji mafê her kesî ye jî ku bi zimanê xwe stranan bêje. Eger ez bo Hewlêrê bême vexwendin, ezê bi kêfxweşî werim û konsêrtekê jî saz bikim.



