Serokeşîrê Tayî yê Ereb Şêx Sifuq el-Heneş el-Tayî got, Hewlêr û Bexda ji wî agahdarbûn ku dema bîatê DAIŞê kirî.
Rêxistina DAIŞê dîmenên dema ku Şêx Sifuq el-Heneş el-Tayî bîata rêxistinê dike belav kiribû.
El Tayî wiha gotibû: “Em niha demên zehmet derbas dikin. Em bi her awayî piştgiriya Dewleta Îslamî dikin. Em şerê rafizî û Pêşmergeyan dikin. Hûn dê bibînin ka em ê çibikin. Emê rê nedin artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî derbasî nav axe me bibin.”
Şêx Sifuq li Mûsilê ev gotin kiribûn lê dema hat Hewlêrê berevajoyê ve li dijî rêxistina DAIŞê peyam da û piştgiriya xwe bo pêşmerge anî ziman.
Serokeşîrê Tayî yên Ereb Şêx Sifuq el-Heneş el-Tayî pirsên Rûdawê bersivand.
Beriya niha te gotibû ezê li dijî pêşmerge şer bikim. Tu niha li Hewlêrê yî. Ev guhertin çawa çêbû?
DAIŞê wê rojê ji min re gotibû ku, divê tu sibê seat 09.00ê li ofîsa serokeşîran a girêdayê DAIŞê amadebî. Serokê ofîsê Mutab ê bi navê Ebu Ecîl dihat naskirin bû. Dema sibê ez çûm min dît ku ji bilî min çend serokeşîrên din jî hebûn. Em nêzîkî 100 kesan bû. Pirsîn, Şêx Sifuq tu yî? Min jî got, erê ez im. Ji min xwestin ku ez li dijî rafiziyan, pêşmerge û Heşda Şeibî biaxivim. Xweda şahîdê van gotinên min e. Her min nedizanî rafiz kî ne. Duyemîn jî beşeke eşîra me şie ne, ezê çawa li dijî pêşmerge biaxivim. Lê li ser gef û zextan ez neçarbûm biaxivim.
Ew kesî serpereştiya civînê dikir çeka xwe danibû li ser masê. Herwiha 4 kesên çekdarî jî li paş wî ve rawestiyabûn. Rûyê wan peçandibû û di destê wan de çek hebûn. Ez jî neçarbûm weke viyana wan biaxivim.
Ew DAIŞiyê te li beramber diaxivî kî bû?
Kesekî zebelah bû. Wî ji min xwest ez wan qisetan bikim. Beriya ku ez herim cem DAIŞiyan min bi kesekî endamê Asayişa Herêma Kurdistanê re axaft. Min jê re got, DAIŞ dixwaze ez li dijî pêşmerge peyamekê belav bikim. Wi jî got, “ tu biaxive, ez berpirsa wê li xwe digrim.” Herwiha ez ligel kesekî nêzîk Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz re jî axivim. Wî jî ji min re got, “ em jî li şûna te biban me dê heman tişt bigotan.”
Ez dixwazim behsa vê yekê jî bikim. Malbata Heneş bîatê DAIŞê nekiriye. Ji malbata yek kes jî tevlî refên DAIŞê nebûne û ji bo wan çek nehilgirtine.
Kesî nekarî li hemberî DAIŞê derbikeve. 50 hezar polîs û leşker ji ber 200 çedarên DAIŞê reviyan, vêca kesekî weke min dê li hemeberî DAIŞê raweste?
Kiryarên DAIŞê li hemberî te çawabû?
Li gel min ti toleransa wan nebû. Li taxa Wahdê mizgefta me hebû. Bapîrê min Şêx Heneş û bavî wî li wê derê hatine veşartin. DAIŞê ji me re got, termên wan ji wê derê derbixin ya ew dê mizgeftê bişewtînin. Em gellekî pey ketin lê me nekarî em wan qane bikin. Me ji mecburî term ji wê derê derxistin. Cilên kurê min ji ber ku dirêjbûn, qemçî lêdan.
Benzînxanyekê min hebû, kar jî nedikir lê dîsa jî ji min salane 12 milyon dînar zekat dixwestin. Piştre birayê min reviya Hewlêrê. Li ser vê yekê ez, kurê min û zarokên mamê min 22 rojan di zindanê de girtin. Ji min re gotin, “Heger tu ji mere nebêjî birayê te çawa reviya emê te bikin du perçe. Bo çi te birayê xwe Perwerde nekiriye da ku hukmê xelafetê qebûl bike.”
Dema ez serbest berdan, min yekser peywendî bi Herêma Kurdistanê re danî û min ji berpirsên hikûmeta xwest ku heger ew desturê bidin ezê werim Kurdistanê. Wan jî ji me re gorin, “ Fermon werin.” Vê 2 heftene em li vîr in. Hemd ji Xwedê em dikarin li vîr têr birazin. Li vê derê tirs nîne.
Hûn çawa hatin Kurdistanê?
Em destpêka hatin navçeya Hezer û em piştre 13 kilometre meşiyan û gihîştin Guwêrê. Pêşmerge ji me agahdar bû. Dema em hatîn pêşwaziya me kirin.
Te li Mûsilê Bexdadî dît?
Na welehî, tenê li ser televîzyonê min didît. Bi veşartî dihat Mûsilê û kesê nedizanî diçe ke derê. Tenê çend kesan dizanî li ke ye. Lê Amerîka baş dizane li ku derê ye. Çawa bi satalaytê Usame Bin Ladîn dişopandin niha jî gav bi gav Bexdadî dişopînin.
Li Mûsilê Kurdên DAIŞî hebûn?
Belê hebûn, min di zîndana DAIŞê de dîtin. Piraniya wan xelkê Helebce bûn. Kesekî ji Silêmaniyê jî hebû. Navê Ebu Turab li xwe kiribû. Pirça wî dirêj bû. Min ligel wî qise kir lê diyarbû wî gelek ji axaftinê hez nedikir.
Xelkê Mûsilê derbarê operasyonên de çi dibêjin?
Xelk li benda artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ne ku derbasî nav Mûsilê bibin. Dema ku gihîştin nava Mûsilê xelk dê li dijî DAIŞê serhildanê bikin. Niha jî operasyonên biçûk li Mûsilê li dijî DAIŞê hene lê dema artêş derbasî nava bajêr bibe operasyonên mezin dê dest pê bikin. Piraniya welatiyên bajêr çekên xwe veşartine. Heger metirsiya kuştinê nebû niha piraniya DAIŞiyên mûsilî ji DAIŞê veqetabûn. Çimkî meaşê DAIŞiyên xwecihî ji 700 hezar dînaran xistin 60 hezar dînarî.
Tirkiyê jî dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. Gelo xelkê Mûsilê jî vê dixwaze?
Baş e Amerîka, Kanada, Birîtanya, Fransa, Almanya û Îran tevlî operasyonê dibin çima Tirkiye nebe. Amerîka bi hezaran kilometreyan ji me dûr e û destûr ji bo wê heye sedem çi ye detûr ji bo cîranê me Tirkiye nîne. Ev mijareke siyasî ye. Binêrîn Heşda Şeibî li Enbarê çi kir, kevir li ser kevir nehîşt. Bi sedan bi hezaran xortên sunne revandin û hêj çarênûsa wan ne diyar e. Me dît ku Heşda Şeibî li Feleceyê bi sedan kesên sunne serjêkir. Kes Heşda Şeibî naxwaze.
Te çi tiştên seyr li DAIŞê dît?
Ma çi kiryarên DAIŞê asayî ne. Tu dizanî silîndir (gundor) çi ye? Ew amûra cadeyê rast dik… DAIŞ xelk li ser cadeyan didanî û bi wê bi ser wan de diçû. Li Mûsilê avahiyeke bilind a bi navê “Temîn” heye. Çekdarên DAIŞê li ser bane Temînê mirov diavet xware. Jixwe şewitandin û bi bombeyan teqandin bibû ji rêze. Di dîrokê de kesî ev yek nekirine. Ji xeynî DAIŞê ti kes van nake. Bi qasî xelk ji DAIŞê ditirse ji Xwedê natirse.



