Piştî 25 salî xweşiya dengê xwe kifş kir

30-08-2016
RÛDAW
Nîşan Helepce Yerîvaan Nûredîn
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Piştî ku beşdarî xeleka sêyem a dramaya bi navê “Gerdelûl” bû û sazek di dest de çend ristek ji strana Mihemed Mamlî got, êdî biryar da ku bibe stranbêj.

 

 

Gerdelûl navê wê rêzefîlmê ye ku li Başûrê Kurdistanê tê kişandin û behsa tekoşîna tevgerên azadiya Kurdistanê, zulma rejîma Saddam û rewşa civakî dike.

 

Yêrîvan Nûredîn ku piştî 2 hefteyê din dibe 25 salî, li bajarê Helebce jidayik bûye û niha jî xwendekarê pola 3yem a Zanîngeha Silêmaniyê ya beşa Hunerê ye.

 

Yekemîncar bi rêya drameyê derketiye pêşberê temaşevanan. Lê ew dibêje êdî di dramayan de rol nagre û dixwaze weke stranbêjekê derbikeve.

 

Yerîvanê di vê heyama nêzîk de jî nîvê straneka hunermend Hişmend Lor Necad got û vê strana wê dengek baş veda.

 

Stranbêj Yerîvan Nûredîn di vê hevpeyvînê de bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Di nav malbata te de kesên hunermend an jî hunerdost hene ku destê te girtibin?

 

Malbata min gelek hevkariya min kirin. Bi taybet jî dema min biryar da di huner de aliyê resen bigrim û stranên hunermendên kevin bêjim, zêdetir piştgirî dane min. Birayekî min bi şêweyek herêmkî fêrî mûzîkê bûye û dengê wî xweş e. Lê heta niha jî biryar nedaye debikeve.

 

Berisya stranan bêjî, te karê mûzikê dikir? Jenîna çend amûrên mûzikê dizanî?

 

Yekemîncar min amûrên melodiyê jeniya û havîna jî diçûme xulên fêrbûna mûzîkê. Di zarokatiya xwe de beşdarî çend festîvalan bûm. Ji sala 2012ê heta dawiya sala 2015ê ligel koma mûzikê ya Lor bûm. Lê jiber xwendina zanîngehê min nekarî ligel wan berdewam bikim. Sazê dijenim û di zanîngehê de jî piyano û sazê dijenim.

 

Ji ber çi te stranên klasîk hilbijart?

 

Hê ji zarokatiya xwe ve ez hogirê stranên pop nebûm. Zêdetir min hez ji stranên folklorî dikir. Stranên folklorî jî piranî bi wan amêrên dilsoz tên tomarkirin. Lewma ez pir hez ji vê amêrê dikim û guh li stranbêjên Rojhilatê Kurdistanê digrim.

 

Ji dengê kîjan hunermendan hez dikî?

 

Piranî hez ji dengê Seyîd Elî Exserî Kurdistanî, Mezher Xaliqî, Leyla Ferîqî û Hanim dikim.

 

Çi bo sedem ku ji jenîna mûzikê te dest bi gotina stranan kir?

 

Rast e di serî dem min wseke mûzîsyenekê dest pê kir. Plana min a destpêkê huner e. Strangotin jî beşekî vê ye. Beşdarê rêzefilma Gedelûl bûm û di çend beşekê de min stran gotin. Min straneke hunermendê nemir Mihemedê Mamilî got, bi vê stranê hatime nasîn. Piştî vê stranê min xwest stranbêjiyê bikim.

 

 

Gotina strana “Neçe” ya hunermend Hişmend Lor Necat ne giran bû?

 

Pir giran bû. Lê min pir hez ji dengê wî dikir. Ji ber vê min bi vê berhemê dest pê kir.

 

Dibêjin ji bo tomarkirinê gelek dema te çûye?

 

Nêzîkê 12 mehan ajot.

 

Te bawer dikir ku ev stran di nava xelkê de ev hinde deng bide?

 

Belê, min bawer dikir. Jiber ku stranek pir xweş e û min jî hewl da heqê wê bidim.

 

Çi karekê nû li ber destê te ye?

 

Min divê gotin û helbestek baş hilbijêrim, bidim awazsazeke baş da ku stranek nû amade bikim. Ji ber ku di vê demê de li ser dubarekirina stranekê kar nakim.

 

Her dîsa li ser şêweyê klasîk dibêjî?

 

Vê care dixwazim hinek cudatir be. Şêwazê rojhilat û rojava tevlî hev bibe. Lê bi wê mercê ku reseniya xwe jidest nede.

 

Li ciwanên vê demê zêdetir ji pop hez dikin. Tu dikarî wiha bala ciwanan bikişî?

 

Pop ne stîla kurdî ye. Mixabin, ciwanên me jî zêdetir guh li pop digrin. Lewma jî kêm maye stranên folklorî yên Kurdî bên jibîrkirin.

 

Hez li stranên şahî û govendan dikî

 

Nexêr, nayê bîra min herî dawî kengî min govend girtiye.

 

Başe eger bizewicî, stranên şahiyê nabêjî, govendê nagrî?

 

Bizewicim dawetê û şahiyê nakim.

 

Dibêjin tu pir şermînî, dikarî li pêşiya xelkê stranan bêjî?

 

Rast e gelek şermînim lê hinek ew şermîniya min şikestiye.

 

Tu stranekê ser Helepceya bajarê xwe nabêjî?

 

Bêguman, di bernameya min de heye ku kareke xweşik û ciwan pêşkeşî bajarê xwe bikim.

 

Ti kareke hevbeş li ber dest te heye?

 

Biryare ligel hunermend Sedûn Kakeyî karek hevbeş bikin.

 

Ji ber çi Sedûn Kakeyî

 

Beriya strana Neçe bê tomarkirin, wî daxwaz kiribû ku em bi hevre stran bêjin lê pêk hetibû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst