Li Kelha Hoşapê tûrîzm

20-08-2014
A+ A-

 

 

Wan (Rûdaw)- Kelha Hoşapê ya ku li Wanê di çaxa navîn de ji aliye Mîrektiya Mehmudî ya kurd ve hatî avakirin ji beriya niha hat restorekirin û bo serdanê hat vekirin. Kelhe, vê gavê li herêmê ji aliyê turîzmê ve avahiya herî balkêş e.

 

Li Kelha Hoşapê ya ku li ser rêya Tirkiyeyê û Îranê, restorasyon cara yekemîn di sala 2007an de dest pê kir.

 

Kolînên ji aliye Wezareta Çand û Turîzmê ve hatî destpêkirin, beriya çend heyvan xilas bû û encama kolanan de kanalîzasyonek ji beriya 350 sala hatî çêkirin hat dîtin. Di kelheyê de gelek serşok, medrese, serdav, kanî, zindan û mezel hatin dîtin.

 

Doç. Dr. Mehmet Top ê ku di kolandinan de cihgirtî da zanîn ku di kelhê de beşên koşka seyrê û beşên haremê jî hatine dîtin.

 

Mehmet Top ji Rûdawê re diyar kir ku taybetî li cihe haremê nexşên bi cilsê û pênûsê hatî çêkirin û taybetmendiyên avahîsazi dîtine û got, “Kelha ku ji sala 2005an ve girtî bo gerîne hatiye vekir in.”

 

Piştî xebatên kolandin û restorasyonên li kelhê hatî kirin, hejmara serdana turîstên biyanî û welatî jî zêde bûn.

 

Esnafên li Hoşapê anîn zimên ku piştî kelhe ji serdanê re hat vekirin karên wan jî zêde bû.

 

 

Li gorî belgeyan, Kelha Hoşapê ji aliye Mîrê Eşîra Mehmûdîyan yê Silêmanê Zer ve di sala 1634an de li ser bingeha kelhek kevin ya Ûrartûyan hatiye avakirin.

 

Kelhe, piştî Ûrartûyan bi Wanê ve ketiye destê Persan, Rûman, Bîzansiyan û ji sedsala 11emîn ve jî ketiye di bin hakimiyeta Osmaniyan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst