Tevî ku Letîf Helmet bi dehan helbestên xwe hîn belav nekirine ku nêzîka 200 rûpelan dibin, lê bendewariya çapkirina helbestên xwe nake û niha mijûlî nivîsandina romana xwe ya nû ye ku wek ew dibêje: “Çimkî navê kitêbê heta kêlîka dawî jî dikare bê guherandin” naxwaze niha navê romana xwe eşkere bike.
Letîf Helmet ku li Başûrê Kurdistanê wek helbestvanekî navdar û yek ji sembolên nûjengeriya helbesta kurdî hatiye naskirin, ji Rûdawê re wiha got: “Di romanê de, li xweşa min diçe ez ji dinyaya vedîtî derkevim û berê xwe bidim cîhaneke ruhî wek nimêjê dema tu radiwestî û li du dinyayên cuda difkirî: Bihişt û dojeh, bêyî ku te yek ji wan dîtibe, tu ji xwe dipirsî gelo ew dinya çawa ne?”
Helmet behsa helbestên xwe yên belavnekirî jî dike û dibêje: “Berhema sê salên borî ne, her çiqasî min beşek ji wan di kovar û rojnameyan de bi navê (helbestên li dijî helbestê) belav kir, lê beşekî zor maye û hîn jî nehatine weşandin.”
Helbesteke belavnekirî ya Letîf Helmet:
Şemî cejna jinê ye
Yekşem cejna hevdu kuştinê ye
Duşem cejna şûştina cilan e
Sêşem cejna xweşûştinê ye
Çarşem girevgirtin e
Pêncşem cejna dostaniya bi dijmin re ye
Şeşşem cejna maçkirinê ye
Heftşem cejna dev û çav hilgirtinê ye
Heştşem cejna gotargotinê ye
Nehşem cejna kirîn û firotinê ye
Dehşem xwarina nên e
În cejna beravêtîkirina demê ye
Rojên bêhnvedan û helkeftan, cejna xew û xewnan e
Cejn
Cejn
Cejn
Hemû roj desteserkirî ne
Rojek ji min re nemaye
Cejna mirinê tê de lidar bixim!.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse