Kurdekî australî fîlmekî li ser Selahedînê Eyûbî çêdike

10-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Barselona (Rûdaw)- Bo Hesen Sunbulî ku kurdekî penaberê Australyayê ye, xilaskirina fîlmekî bicihanîna xewna wî ya zaroktiyê ye. Fîlmê Hesen bi navê “Sultan û Şah” niha ji nîşandanê re amade ye, piştî ku karê paş berhemanînê di meha Adara borî de bidawî hat.

Hesen Sunbulî sala 1970 li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hesen ji Rûdawê re got: “Heta niha min derhênana bêhtirî 20 kurtefîlm û belgefîlman kiriye, lê fîlmê Sultan û Şah yekemîn fîlmê fîçer yê serbixwe ye ku ez li Australyayê berhem tînim.”

Fîlmê Sultan û Şah 77 deqe ye û bi zimanê ingilîzî ye. Sunbulî teksta fîlm nivîsandiye û berhem aniye û karê derhênanê jî kiriye. Xwendingeha fîlman a Gravis li Brisbane li Australyayê hevkariya vî fîlmê kurdî – australî kiriye û sponsoriya vî fîlmî jî kiriye.

Fîlmê Sultan û Şah çîroka Yûsif vedibêje. Yûsif derhênerekî serbest (freelance) e û di jêrzemîna mala xwe de sindoqeke biçûk dibîne. Çend belge di wê sindoqê de hene ku teqez dikin Yûsif xizmê Selahedînê Eyûbî ye. Selahedînê Eyûbî kesayetiyeke qehreman bû û bajarê Orşelîmê ji destê xaçperestan derxist.

Serkêşiyên çîrokê wê demê dest pê dikin, dema dîtina Yûsif ji sindoqê re bala komeke terorîst dikşîne. Sunbulî dibêje beşekî fîlmê wî dîrokî ye, beşek dokudrama ye û beşek jî muzîkal e.

Bi rêya vejandina kesayetiyên dîrokî wek Selahedîn û Şah Richardê Dilşêr, Sunbulî behsa rewşa niha ya Rojhilata Navîn dike, nemaze kêşeya terorê ku li navçe û cîhanê belav bûye. Ew dijberiya navbera ol û lîberalîzma kurdî û serxwebûna Kurdistanê nîşan dide.

Sunbulî dibêje: “Min dora 2 salan li ser vî fîlmî kar kir. Akterên fîlm ji rojhilat û rojava ne.”

Bi zaroktî li Mehabadê, bi rêya karê akteriyê, Sunbulî ji sazkirina fîlman hez dike: “Hîn ez 8 salî bûm, meyla min ket ser fîlman û çêkirina fîlman. Lewma min di şanoyeke biçûk a bajêr de dest bi karê akteriyê kir. Li bajarê me, şanoyeke tenê hebû. Karê akteriyê jî bi rêya pirtûkxana bajêr bû.”

Beriya ku ti xwendin û rahênanê li ser sazkirina fîlman werbigire, Sunbulî bi rêya kameraya wênegirekî hevrêyê xwe kurtefîlmek dirust kir: “Ev kurtefîlm di festîvaleke fîlman de hat wergirtin. Yekemîn karê min bû ku di festîvalekê de beşdar dibû.”

Dema Komeleya Sînemaya Îranî li bajarê wî hat vekirin, Sunbulî yekemîn kes bû ku bû endamê wê komeleyê. Sunbulî dest bi xwendina fîlmsazî û wênegiriyê kir. Piştre xelat di herdu waran de misoger kir û herwiha li ser nivîsandina skrîptê berdewam bû. Sunbulî ber bi Australyayê koç kir da ku dest bi jiyaneke nû bike û li wir biryar da bi şêweyekî akademîk sînemayê bixwîne.

Bo masternameya xwe ku bi pileya pirr baş wergirt, Hesen Sunbulî fîlmekî 14 deqeyî bi navê “Pawane” ku derbarê keçekê li Helebceyê ye dirust kir: “Ev çar sal in ez bo doktorayê dixwînim ku biryar e di demek nêz de xilas bikim.”

Yekem car fîlmekî dokudrama yê 14 deqeyî bi navê “Jinek bi Kamerayek Dijital” saz kir û niha jî çaverêyê nîşandana fîlmê Sultan û Şah e.                                           

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst