Navenda Nûçeyan - Îro salvegera koça dawî ya hunermendê navdar yê kurd Mihemmed Şêxo ye.
Mihemed Şêxo salên dûr û dirêj xizmeta huner û strana kurdî kir û bi riya strangotin û awazên xwe derd û êşa gelê kurd aniye ziman, ji ber vê jî ew heta roja îro di dilê gelê kurd xwe de zindî maye.
Mihemmed Şêxo, li Rojavayê Kurdistanê li gundê Xecokê sala 1948 hatiye dinyayê û piştre piraniya jiyana xwe li koçberî û derbederiyê derbas kiriye.
Hunermend Mihemed Şêxo, roja 9ê Adara sala 1989an xatir ji hezkiriyên xwe xwest û koça dawî kir.
Şexo 120 stran çêkiribû.




