Silêmanî (Rûdaw) – Piştî vebûna deriyê sînorî yê Başmaxê, Îran duyemîn deriyê sînorî yê bi Herêma Kurdistanê re, deriyê sînorî yê Perwîz Xanê jî vedike.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, roja Yekşemî 29ê vê mehê deriyê sînorî yê Perwîz Xnê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bi fermî tê vekirin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed got: “Bi hewla berdewa a Jûra Baziraniya Silêmaniyê û Jûra Bazirganiya Kirmaşanê, hikûmeta Îranê biryara vekirina deriyê sînorî yê Perwîz Xanê daye û piştre jî dê deriyê sînorî yê Hacî Omeran jî were vekirin.”
Rêveberê Gişt yê Gumrikê li Herêma Kurdistanê Samal Ebduehman jî ji Rûdawê re got: “Roja Çarşemî 25-10-2017ê deriyê sînorî yê navdewletî yê Başmaxê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hate vekirin.”
Samal Ebdulrehman tekez kir, bo vekirina deriyên sînorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ti rêkevtinek nehatiye kirin û Îranê bi xwe ew biryar daye.
Pêştir weke bertekekê li hember sazdana referanduma serxwebûnê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îranê hem sînorê xwe yê esmanî li ser Kurdistanê daxist û hem jî di 15ê Cotmehê de her sê deriyên sînorê yên Perwîz Xan û Başmax û Hacî Omeranê li ser Kurdistanê daxistin.
Di navbera Îranê û Başûrê Kurdistanê de 6 deriyên sînorî hene, ku 3 ji wan (Başmax, Perwîz Xan û Hacî Omeran) fermî ne û 3 deriyên din (Kêlê, Seyranben û Tewêle) nefermî ne.
Di dema daxistina sînorên fermî de, her 3 deriyên din ên sînorî yên nefermî di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de vekirî bûn û tevgera bazirganî di navbera her du aliyan de berdewam bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse