Hewlêr (Rûdaw) – 24 roj bi ser rawestindina hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê re derbas dibe. Tê gotin ku ji ber wê bûyerê, nêzîkî 350 milyon dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahiyên Wezareta Samanên Sirûştî ya Kurdistanê, ji roja 16ê Sibata îsal ve heta niha, hinartina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye sekinandin.
Rayedarên Kurdistanê dibêjin, hinartina petrolê ji ber “kunbûna boriyê” li nav xaka Tirkiyê de (nêzîkî bajarê Rihayê) hatiye sekinandin. Lê Tirkiye dibêje, borî ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin.
Rayedarekî Wezareta Samanên Sirûştî ji Rûdawê re got, heta niha borî nehatiye nûjenkirin û rayedarên Tirkiyê jî ti daxuyanî yan agahiyekê li ser rewşa boriyê nadin me.
Li gorî Wezareta Samanên Sirûştî, ji ber kunbûna boriyê, rojane nêzîkî 14 milyon dolar ziyan digihê Kurdistanê. Bi vî rengî di heyama 24 rojên borî de nêzîkî 350 milyon dolar ziyan li Kurdistanê ketiye.
Ji aliyekî din, konsulê Îranê li Silêmaniyê Seidullah Mesûdî ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha Îranê çend caran ji Herêma Kurdistanê re pêşniyar kiriye, bi rêya Îranê petrola xwe bifroşe derve.
Lê rayedarên Kurdistanê heta niha bersiva vê pêşniyar û daxwaza Îranê nedane.
Di van çend rojên borî de nirxa petrolê jî biha bûye. Îro her bermîlek bi 40 dolar û 88 sentan hat kirrîn.



