Galeriya wêneyan

11-08-2013
4 Photos
Kela Cizîrê yek ji cihên dîrokî û kevnar ên Cizîrê ye.
Li bakûrê Cizîrê li ber ava Dicle ye. Ev kelha xwediyê şatoyeke mezin, di dema Gudîyan de hatiye avakirin, piştî wan di demê Aşûrîyan de ji nû ve hatiye tamîrkirin. Salên pêşî yê îslamiyetê de hindek tamîrat lê hatine kirin û di demê Ebasîyan de jî ciyên xirab boyîn ji aliyê Emerê kurê Ebdilezîz ve hatîne tamîr kirin. Hindek ji vê kehlê bi sê qetî, hindek jî bi du qetî hatiye ava kirin. Tevayê kelhê di demê tekûziya xwe de 365 ode bo.
Ji mîrên Cizîrê Emîr Seyfedînê kurê Izedînê kurê Seyfedîn, li ser navê xwe di nava kehlê de Medreseya Seyfiye da avakirin.