BRÎTANYA- Penaberên Sûriyeyî naxwazin vegerin welatê xwe
Hewlêr (Rûdaw) – Penaberên Sûriyeyî yên li Brîtaniyayê li dijî biryara hikûmetê ya taybet bi ragirtina daxwaza mafê penaberiya penaberên Sûriyeyê xwepêşandan kirin.
Penaberên Sûriyeyê li pêşiya Ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê ya Londonê kom bûn û xwestin hikûmet wê biryara xwe vekişîne.
Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, Brîtanya û 12 welatên Ewropayê mafê penaberiyê ji bo penaberên Sûriyeyê rawestandin.
“Sûriye welatekî ne aram e”
Penaberê Sûriyeyê yê bi navê Omer Şeyyah li ser biryarê wiha got:
“Belê, em dixwazin vegerin lê malbata min heye û aniha Sûriye welatekî ne aram e ku em vegerin.
Dibistan, sîstema perwerdeyê, sîstema tendirustiyê, elektîrk û av nînin.”
Penaberê bi navê Ebdulezîz el-Maşî jî got:
“Sûriye welatekî ne selamet e. Her rêyek jî ji bo vegerandina kesên Sûriyeyî hebe divê bi dilxwazî be.
Pêwîst e penaberên Sûriyeyê li Brîtanya û Ewropayê, bi xwe biryarê bidin vegerin an jî bimînin.”
“Mala min nîne ez lê vegerim”
Li gorî Ajansa Penaberiyê ya Yekitiya Ewropayê (EUAA) bi kêmanî 101 hezar penaberên Sûriyeyî li welatên Ewropayê li benda bersiva daxwaza mafê penaberiyê ne.
Li Brîtanyayê jî 6 hezar û 502 penaberên Sûriyeyî li benda encamên dosyayên xwe yên penaberiyê ne.
Penabera bi navê Yasmîn Ellûşê jî got:
“Ez yek ji wan kesa me ku mala min nîne da vegerimê û xaniyê me hatiye bombebaran kirin. Eger ez vegerim, ti cih ji min re nîne lê bijîm.”
Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ji sala 2011an heta niha ji 27 hezar welatiyên Sûriyeyî mafê penaberiyê li Brîtanyayê wergirtine.