Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê ragihand ku karsazê Amerîkayî Elon Musk bi daxuyaniyên xwe yên piştevaniyê yên ji bo partiya rastgir a Almanyayê AFDyê dixwaze tesîrê li hilbijartina Meclisa Federal bike.
Alîkara Berdevkê Hikûmetê Christiane Hoffmannê di civîna çapemeniyê de ya li Berlînê hat lidarxistin wiha got, "Ew rastiyek e ku Elon Musk bi daxuyaniya xwe dixwaze tesîrê li hilbijartina Meclisa Federal bike."
Christiane Hoffmannê bal kişand ku wek prensîp, azadiya ramanê ji bo platforma medyaya civakî Xê jî derbasdar e û wiha dewam kir:
"Dawiya dawîn dengdêrên li Almanyayê gava diçin ser sandoqê biryara xwe didin û hilbijartin jî meseleyeke Almanan e."
Elon Musk di platforma Xê de ya ku xwedanê wê ye, pesna partiya rasta tundrev AFDyê dabû û wiha gotibû, "Bi tenê AFD dikare Almanyayê xilas bike."
Musk paşê nêrîna xwe pêşdatir biribû û di meqaleya xwe de ya ji bo rojnameya Welt am Sonntagê nivîsîbû, piştgirî dabû AFDyê û partî wekî "çirûska dawî ya a hêviyê ya ji bo Almanyayê" pênase kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse