Yekem welatên ku ketine sala 2023an Tonga û Zelandaya Nû ne

31-12-2022
RÛDAW
Nîşan 2023 Tonga Zelandaya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 2022an derbas dibe û 2023an li seranserî cîhanê bi coş tê pêşwazîkirin. Yekem welatê ku derbasî sala nû bû welatê ku li başûrê Pasîfîkê ji giravan pêk tê Tonga ango Şahaniya Tongayê bû. Piştî wê Zelandaya Nû bi yariyên fîşekên hewayî ket sala nû.

Welatê giravê Tonga bû welatê yekem ku kete sala 2023an. Piştî wê giravên Pasîfîkê yên wek Kiribati û Samoa jî bi Zelandaya Nû re ketin sala 2023an.

Zelandaya Nû bi pêşandaneke ronahiyê ya li ser Pira Auckland Harbour û bi fîşekên hewayî yên li Birca Auckland Sky pêşwaziya sala nû kir.

Piştî wan welatan Awûstralya jî bi dema Hewlêrê di demjimêr 16:00an de kete sala nû. Li dû wê Koreya Bakur, Japonya, Hong Kong û Çîn dê pêşwaziya sala 2023an bikin.

Rûsya wê bi Herêma Kurdistanê re di heman demê de sala nû keve. Welatên Ewropayê dê du demjimêran piştî Herêma Kurdistanê bikevin sala 2023an.

Cihên ku herî dawî dê sala 2023an kevin Baker û Giravên Howland ên li Pasîfîkê ne ku girêdayî Amerîkayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst