Hevpeymaniya Navdewletî bo Rûdawê: Me îsal zêdetirî 600 çekdarên DAIŞê kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat diyar ku ew dê li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam bin û ragihand ku di çarçoveya bernameya alîkariyê ya hêzên hevbeş ên Amerîkayê de, 351 milyon dolar ji bo Hêzên Pêşmerge terxan kirine. Jeffcoat herwiha got ku wan îsal zêdetirî 600 çekdarên DAIŞê kuştin. 

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku Amerîkayê di çarçoveya bernameya hevkarên xwe de ji Hêzên Pêşmerge re ji bo şerê li dijî DAIŞê 351 milyon dolar terxan kiriye daku kelûpelên endazyarî, çek û pêdawîstiyên din bidest bixin.

Rachel Jeffcoat dibêje: “Şêwirmendên serbazî bi Wezareta Pêşmerge re kar dikin û rojane pêşniyaran li wan dikin. Hevpeymaniya Navdewletî herwiha  di şerê li dijî DAIŞê de jî alîkariyên îstixbaratî pêşkêşî Pêşmerge dike." 

Jeffcoat da zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser rêkeftinekê ligel Hêzên Pêşmerge kar dike ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge û got ku serkeftina wê pêngavê "dê alîkariya hevahengiya baştir di şerê li dijî DAIŞê de bike.

Roja Pêncşemê 29ê Kanûna 2022yan, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) raportek li ser hejmara giştî ya êrîşên ku îsal ligel hevkarên xwe li Iraq û Sûriyê pêk anîne, eşkere kir.

Li gorî rapora CENTCOMê, di sala 2022an de ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê 313 operasyon hatine kirin û di encamê de herî kêm 686 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî raporê, di nava salekê de li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî 122 operasyon li dijî DAIŞê hatine kirin û di van operasyonan de 466 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 215 endamên DAIŞê jî hatine desteserkirin.

Herwiha li Iraqê jî di 191 operasyonên hevpar de herî kêm 220 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 159 çekdar jî DAIŞê hatin desteserkirin.

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat derbarê vê yekê de jî got ku di operasyonan de zêdetirî 600 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û di sala 2023an de jî ew dê berdewam bin li ser piştevaniya hevkarên xwe ji bo ku zêdetir guşarê li ser DAIŞê bikin.