RSF: Di heyama 20 salan de 1668 rojnamevan hatine kuştin

31-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku di heyama 20 salên dawîn de li seranserê cîhanê hezar û 668 rojnamevan hatin kuştin.

RSFê di raporeke xwe diyar kir ku di navbera salên 2003 û 2022yan de hezar û 668 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin û ji van tenê li Iraq û Sûriyê nêzîkî 600 rojnamevan hatine kuştin.

Di 2012 û 2013yan de astên qetilkirina rojnamevanan herî zêde bû. Di wan salan de herî kêm 144 rojnamevan hatin kuştin, bi taybet li Sûriyê.

Di sala 2022yan de 58 rojnamevanan hatine kuştin û ev hejmar ji 4 salên borî zêdetir in.

Li gor raporê di 10 salên dawî de, ji sedî 80 kuştina rojnamevanan li 15 welatan bûne û du welatên ku herî zêde kuştina rojnamevanan lê rûdane Iraq û Sûriye ne, ku ji sêyeka tevaya cîhanê zêdetir e. Efxanîstan, Yemen û Filistîn li pey wan tên.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî di meha Mijdarê de ragihandibû ku Iraq û Sûriye di nav pênc welatên herî sereke de ne ku tawankar bêceza dimînin.

Li Sûriyê ev deh sal in şerekî navxweyî berdewam e, lewma ne tenê ji bo rojnamevanan di heman demê de ji bo çalakvana jî wekî cihekî xeternak tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst