Jineke Kurd li Holandayê bû wezîr

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ku li Holandayê dijî, di kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê de wek Wezîra Dad û Ewlehiyê hat destnîşankirin.

Dîlan Yeşilgoz a 44 salî bi esil xelkê bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye û biryar e di hikûmeta nû ya Mark Rothe Serokwezîrê Holandayê de wek Wezîra Dad û Ewlehiyê dest bi karê xwe bike.

Dîlan Yeşilgoz, ser bi Partiya Gel bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ve ye ku yek ji çar partiyên serekî di kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê de ye. Biryar e hikûmeta nû ya Holandayê di 10-01-2022an de dest bi karê xwe bike.

Yeşilgoz, endameka çalak a partiya VVD ye û di sala 2017an de li ser lîsta wê partiyê bûye endamê parlamentoya Holandayê.

Ew siyasetvana jin a Kurd di 25ê Gulana 2021an de wek Wezîra Dewletê Bo Karûbarê Aborî û Siyaseta Keşûhewayê cihê xwe di kabîneya sêyem a Mark Rothe de girt, ji ber ku ezmûna wê di warê guherîna keşûhewayê û siyasetên taybet bi jîngehê de hebû.

Dîlan Yeşilgoz, di 18ê Hezîrana 1977an de li Enqere ya paytexta Tirkiyê ji dayik bûye û malbata wê bi esil kurdên parêzgeha Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ye.

Dîlan her ji zaroktî ve ligel malbata xwe ber bi Holandayê ve koç kiriye. Dîlan her ji destpêka jiyana xwe ya siyasî ve peywendî bi Partiya Gel Bo Azadî û Demokrasiyê kiriye. Di navbera slên 2014 heta 2017 de li ser lîsta vê partiyê, wek Endamê Encûmena Şaredariya Amesterdamê hat hilbijartin.