Li Londonê ambulans bi pêketiyên Coronayê re nagihin

31-12-2020
RÛDAW
Li Brîtanya rêjeya pêketina bi Corona zêde bûye.
Li Brîtanya rêjeya pêketina bi Corona zêde bûye.
Nîşan Brîtanya London Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li London a paytexta Brîtanyayê ambulans bi pêketiyên Coronayê re nagihin, ji ber ku di hemû demjimêrekê de hejmara pêketiyên Coronayê zêde dibe. Li nexweşxaneyan cihê wergirtina nexweşan nemaye, Rêveberê Xizmetguzariya Tendirustiya Niştimanî ya Brîtanyayê dibêje, tîmên wan ketine nav navenda bahora Coronayê û pisporên pizîşkî jî dibêjin, metirsî zêde dibe.

Will Broughton, pizîşk û kinciyê Londonê derbarê rewşa niha li Brîtanyayê de dibêje: “Tişta niha diqewime berê me qet nedîtiye. Rojane xelkekî zêde ligel xeta germ a bihewarveçûnê dikevin peywendiyê ku berê qet wiha nebû. Gelek pêketî hene ku pêdiviya wan bi hevkariya me ye.”

Li piraniya nexweşxaneyên Londonê û navçeyên başûrê rojhilatê Brîtanyayê cih bo wergirtina nexweşên nû nemaye û nikarin pêketiyên nû werbigrin. Zêdeyî 20 hezar û 400 pêketiyên Coronayê li nêzîkî 300 nexweşxane û navendên tendirustî yên Londonê hatine razandin û textên vala nemane, ev jî heta niha hejmara herî bilind e.

Rêveberê Xizmetguzariya Tendirustiya Niştimanî ya Brîtanyayê, Simon Stievens dibêje, tîmên wan ketine navenda babelîska Coronayê û pisporên pizîşkî jî dibêjin, Stievens hê jî xatirê wan girtiye.

Dr. David Nicholl, Endamê Komeleya Pizîşkên Brîtanyayê dibêje: “Bi baweriya min gelekî xemnak e û dema Simon Stievens dibêje em di nav navenda babelîskê de ne, hê bi tevahî behsa rewşê nekiriye, ji ber ya rast em di naverasta bahozê de ne, em vê zivistanê di bin guşarekê de ne ku wêneyê wê nebûye.”

Li Brîtanyayê zêdeyî milyonek û 400 hezar karmendên tendirustiyê hene û piraniya wan bi Coronayê ketine û xwe kerentîn kirine, vê jî guşara ser nexweşxaneyan zêdetir kiriye.

Hejmara herî zêde ya pêketiyên ku li nexweşxaneyên Brîtanyayê hatibûn razandin 12ê Nîsana îsal bû ku 18 hezar û 974 nexweş hatibûn razandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst