Ortodoks amadekariyên pîrozkirina Zayîna Îsa Mesîh dikin
Moskow (Rûdaw) – Kilîsya sereke ya Ortodoksî ya Rûsyayê amadekariya pîrozkirina Zayîna Îsa Mesîh dike.
Roja Zayîna Îsa Mesîh, ji bo cîhana krîstiyanan rojeke pîroz e û li hemû aliyên cîhanê tê pîrozkirin. Lê bawermendên ortodoksî yên Rûsya û çend welatên din, rojbûna peyxemberê xwe 2 hefte piştî katolîk û protestanan pîroz dikin.
Sedem jî ew e ku dema sala 1918ê Rûsya derbasî saljimêra Gregoryen bû, kilîseya Ortodoksî ev bîryar ne pejirand û heta niha jî li gor saljimêra kevin tev digre.
Mariya ku şêniya Moskowê ye dibêje; “Eva çendîn sed sal in ku katolîkan, roja Zayînê beriya me - beriya krîstiyanên ortodoksî pîroz dikin. Bê guman, em ên ortokos niha li benda cejna xwe ya pîroz in, lê di heman demê de em ji ber pîrozbahiya katolîkan jî pir kêfxweş in."
Tevî ku ji cejna ortodoksî re hêj nêzî 10 rojan dimîne, malbatên rûs ji niha ve zarokên xwe tînin ber kilîseyê.
Tatyana jî diyar dike; “Her kes roja zayînê bi ruhke bilind pîroz dike, hem katolîk, hem jî ortodoks… Ti ferqa me tune, em hemû mirov in û ya herî giring ev e ku bawriya me heye."
Di serdema sovyetê de civata Rûsyayê ji dîn û baweriyê hatibû dûrxistin. Roja Zayînê Îsa Mesîh ne dihat pîrozkirin. Li şuna wê, Sala Nû bi coşeke mezin dihat pêşwazîkirin. Tevaya civat beriya 10 rojan amadekarîya pêşwazîkirina Sala Nû dikirin. Îro jî, ji bo piraniya rûsan, ji Noelê zêdetir, ya girng pêşwazîkirina Serê Salê ye.
Katerina ku serdema Sovyetê jî dîtiye, diyar dike; “Ez miroveke sovyetê me. Ez di serdema Sovyetê de jidayîk bûme û mezin bûme. Ji bo me hemûyan cejna herî sereke Serê Salê bû, cejna narinciyan. Ezê cejnê li gel dê û bavê xwe pîroz bikim, ji ber ku cejna serê Salê, cejneke malbatî ye."
Moskow vê gavê amadekakriya hem pêşwazîkirina Sala Nû, hem jî Roja Zayina Îsa Mesîh dike. Lewma jî hewil tê dayîn ku meydan û kolanên bajêr li gor avhewaya cejnê bê xemilandin. Şêniyên bajêr jî ji niha ve ji bo kirîna diyarî û xemilandina sifreyan li dikan û bazaran digerin.