Lehiyê Spanya daye ber xwe: Hejmara miriyan bû 95

7 demjimêr berê
Nîşan Spanya Lehî Mirî Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Spanyayê hejmara miriyên ji ber lehiyê bûye 95.

Ev du roj in baran û bahozê başûr û rojhilatê Spanyayê daye ber xwe.

Li gorî amarên Navenda Kontrolê ya Operasyonan, li Valensiyayê termên 92 kesan hatine dîtin.

Li herêma Kastilya-La Manchayê termên 3 kesan hatine dîtin.

Rayedar didin zanîn ku xeyn ji 95 miriyan bi dehan winda jî hene.

Cendirmeyê Spanyayê jî destnîşan kir ku 1200 kes ji ber lehiyê asê mane.

Her wiha 5000 otomobîl li ser rêyan hatine terkkirin an jî ajokarên wan xwe di nava wan de diparêzin.

Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Valensiyayê diyar kir ku avê daye ser Balafirgeha Valensiyayê û ji ber wê jî seferên asmanî hatine betalkirin.

Amaje pê tê kirin zeviyên çandiniyê di bin ava baranê de mane, bi sedan otomobîlan xisar dîtiye, dar ketine, rê û pir xera bûne û di çûn û hatinê de pirsgirêkên gelekî mezin hene.

Ajansa Meteorolojiyê ya Dewletê (Aemet) diyar kir ku Valensiya serdema herî xerab a 100 salî borî dijî.

Li hêla din, rûniştinên Parlamento û Senatoyê hatin betalkirin.

Hikûmeta Spanyayê jî maseya krîzê ava kir.

Şîna neteweyî hat ragihandin

Angel Victor Torresê ku berpirsê Maseya Krîzê ye eşkere kir ku 3 roj şîna giştî hatiye ragihandin.

Angel Victor Torres bi bîr anî ku li hinek herêman baran û bahoz hîn jî berdewam dikin û hişyarî da şêniyên wan herêman da ku ji malên xwe dernekevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst