UNICEF: Xeze ji bo zarokan dibe goristan

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder ragihand ku ew ji ber mirina zarokan a li Xezeyê bi fikar in û ew bajar ji bo zarokan dibe goristan.

Berdevkê UNICEFê James Elder li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û derbarê pevçûnên di navbera Hemas û Îsraîlê de jî axivî.

James Elder anî ziman ku zarokên li Xezeyê, ji ber pevçûnên ji 7ê Çiriya Pêşîn ve berdewam dikin zerereke mezin dibînin.

Elder destnîşan kir ku divê bilez agirbest çêbibe, alîkariya mirovî bigîhêje Xezeyê û wiha got:

"Ji ber ku li Xezeyê zarok dimirin em bi fikar in.

Xeze ji bo zarokan dibe goristanek. Zarok bi tenê ji ber bombebaranê namirin, ji ber kêmasiya kelûpelên tibî yên ku hewcedariya wan heye jî dimirin."

Êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê di roja 25an de didomin.