YE amadekariyan dike ku Supaya Pasdaran a Îranê bixe lîsteya "rêxistina terorê"

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Almanya û Yekîtiya Ewropa (YE) li ser wê yekê difikirin ku Supaya Pasdaran a Îranê têxin lîsteya "rêxistina terorê".

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di daxuyaniyekê de ragihand ku Almanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser wê yekê difikirin ku Supaya Pasdaran a Îranê têxin lîsteya "rêxistina terorê".

Hat diyarkirin ku Yekîtiya Ewropayê li ser binavkirina Supaya Pasdaran a Îranê wek rêxistina terorê lêkolînan dike.

Wezîrê Derve ya Almanyayê Baerbock di daxuyaniyekê de ragihand ku Almanya û YE li ser binavkirina Supaya Pasdaran a Îranê di nav rêxistina terorê de dinirxînin û got “Min hefteya borî eşkere kir ku em ê pakêtek din a cezayan bidin destpêkirin, û em dê lêkolîn bikin ka em çawa dikarin Supaya Pasdaran a Îranê di nav rêxistina terorê de binirxînin.”

Baerbock herwiha eşkere kir ku niha di navbera Îran û welatên rojava de derbarê mijara rêkeftina atomî de ti danûstendin nayên kirin.

Supaya Pasdaran a Îranê di 15ê Nîsana 2019an de di serdema Serokê Amerîkayê berê Donald Trump de ji aliyê Wezarete Derve ya Amerîkayê ve xistibûn lîsteya "rêxistinên terorê yên biyanî".