Denmark: Di hilbijartinên parlamentoyê de 11 Kurd berbijêr in

31-10-2022
Zinar Şîno
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Gel û berbijêrê Parlamentoya Denmarkê Serdal Benlî
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Gel û berbijêrê Parlamentoya Denmarkê Serdal Benlî
Nîşan Denmark Hilbijartina Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li Denmarkê dê hilbijartinên pêşwext werin kirin. Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Denmarkê 11 Kurd berbijêr in ku Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê cîgirê serokê partiyeke Denmarkê û berbijêrê Parlamentoya Denmarkê di nav wan kesê herî diyar e.

Li Denmarkê dê di roja Sêşema 1ê Mijdara 2022an de hilbijartinên pêşwext ên 7 meh berî dema diyarkirî werin kirin. Rexnekirina hikûmetê ji ber Coronayê di hilbijartinên pêşwext de faktora diyarker e.

Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Denmarkê cara yekem e 11 Kurd wek berbijêr hatine destnîşankirin ku 8 ji Bakur, 2 ji Başûr û yek jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Serdal Benlî Kurdê herî diyar ê di siyaseta Denmarkê de, Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Gel e û di hilbijartinên parlamentoyê de ew berbijêr li serê lîsteya partiya xwe ye. Serdal Benlî ji bo guhertina siyaseta biyaniyan a Denmarkê Kurdbûn û biyanîbûna xwe bi kar tîne.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Gel û berbijêrê Parlamentoya Denmarkê Serdal Benlî li ser hilbijartinên Denmarkê got, “Ez ne tenê Kurd im, ez siyasetmedarekî Denmarkî me û cîgirê serokê partiya xwe me. Heger ez hatim hilbijartin ez nûnertiya hemû biyaniyan bikim. Di wê çarçoveyê de ne tenê pirsgirêkên Kurdan, yên hemû biyaniyan bînim ziman.”

Meşa Keşûhewayê yek ji çalakiyên herî mezin e ku li Denmarkê ji bo hişyarkirina metirsiyên guherîna keşûhewayê tê kirin. Partiyên siyasî naxwazin vê derfetê ji dest bidin û dixwazin li ser vê pirsgirêka germ dengdêran derbarê bernameyên xwe de agahdar bikin.

Serdal Benlî bernameya partiya xwe û Denmarkê ji bo guherîna keşûhewayê axivî û anî ziman, “Mirovên biyanî hene li vir. Li Denmarkê vê demê retorîkên li ser biyaniyan gelekî ne çê ye, pir xeletî hene. Heger tu ji welatên Rojhilata Navîn têyî li ser wan pir astengî hene loma ez dixwazim berbijêrên hemû biyaniyan û civaka Misilman bim li Denmarkê. Pirsgirêk û daxwazên wan bînim ziman ji ber ku pêwîstî heye û kêmasî heye di wî alî de. ”

Xem û metirsiyên keşûhewayê ji bo hemû partiyan û her 179 parlementerên ku dê werine hilbijartin mijara nîqaş, proje û biryarên nû ye li Denmarkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst