Denmark dê 200 penaberan bişîne Rwandayê

31-10-2022
RÛDAW
Denmark dê 200 penaberan bişîne Rwandayê
Denmark dê 200 penaberan bişîne Rwandayê
Nîşan Rwanda Penaber Denmark
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Denmarkê sala 2021an hezar û 905 penaber wergirtin lê di meha Îlona îsal de Hikûmeta Danîmarkayê biryar da ku 200 penaber ji bo Rwandayê werin şandin.

Serokwezîra Denmarkê û Seroka Partiya Sosyal Demokrat Mette Frederiksen, ji bo bangeşeyê diçe nav endam û alîgirên partiya xwe li Rostkildê. Pirsgirêka koçberan bûye mijarek ku di piraniya bangeşeyan de tê behskirin.

Serokwezîra Denmarkê û Seroka Partiya Sosyal Demokrat Mette Frederiksen anî ziman, “Piraniya Denmarkiyan derbarê koçber û penaxwazên li Danîmarkayê piştevaniya siyaseta me dikin. Bi teqezî yasaya koçberan bo welatiyan heta niha mijareke girîng e. Ji ber ku divê em ji pêşerojê bawer bin.”

Her çiqas nakokiyêb di navbera partiyan de tund bin jî, xaleke hevbeş a piraniya rikeberên ku beşdariya hilbijartinên Danîmarkayê dibin heye, ew jî tundkirina rêkarên li dijî koçber û penaberan e. Xaleke ku xelk zêde piştevaniyê dike.

Alîgirê Partiya Sosyal Demokrat Bark Rubo got, “Pêwîst e em civaka xwe biparêzin. Em nikarin bi hêsanî sînorên xwe vekin. Pêwîst e em yekgirtîbûna bazara kar biparêzin.”

Li gor amarên fermî yên Yekîtiya Ewropayê ji %10.8ê nişteciyên Denmarkê penaber in, ev hejmar li gor sala 2012an %2.8 zêde bûye. Her wiha 44 hezar Polandî, 35 hezar Sûrî, 34 hezar Roman û 21 hezar û 966 welatiyên xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî li Danîmarkayê ne.

Beşek ji rêxistinan ji siyaseta koçberan a wî welatî nîgeran in.

Serokê Rêxistina Ekshen ED a Denmarkê Tem Vite anî ziman, “Ev bi dehan sal e hewla tundkirina berdewam û rêgirîkirinê koçberan didin. Bi rêziknameya siyaseta koçberan re mijûl in, ku xelk ji hatina Denmarkê wek penaber bitirsin.”

Li gor rapirsiyên dawî Sosyal Demokrat ku Mette Frederiksen serokatiya wan dike, nêzîkî %25ê dengan bidest tîne, piştî wan Partiya Lîberal a Denmarkê nêzîkî %14ê dengdan bi dest dixe. Partiyên din jî ji %10 kêmtir deng werdigirin. Bi egereke zêde partiya serokwezîr û hevpeymanên wê li desthilatê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst