Kobaniyên ku li Nîjerê asê mane bi rêya Rûdawê banga alîkariyê dikin

31-10-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Kobanî yên ku li Nîjerê asê mane bi rêya Rûdawê banga alîkariyê dikin
Kobanî yên ku li Nîjerê asê mane bi rêya Rûdawê banga alîkariyê dikin
Nîşan Koçberê Kurd Nîjer Cezayîr Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 62 koçberên din jî ku piraniya wan xelkê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ne, ji aliyê Cezayirê ve bo Nîjerê hatine dersînorkirin, wan bi rêya Rûdawê banga li aliyên pêwendîdar kirin.

Di nav wan koçberan de zarok jî hene. Di rewşeke xirab de ne û li çolên Nîjerê asê mane.

Wan koçberan ji Rûdawê re behsa zehmetiya rewşa xwe kirin û dibêjin: Qaçaxçiyên wan êdî xwe li wan nakin xwedî. Pereyên wan xwarine û gefan jî li wan dikin.

Di pêşhateyeke nû de, 62 koçberên din ku, piraniya wan xelkên Kobaniyê ne, ji Cezayir hatine veguhestin bo biyabana Nîjerê, û li wê biyabanê jî asê mane.

Ev zanyarî ji aliyê koçberekî ji wan ên ku asê mane, ji Tora Mdyayî ya Rûdawê re hatin ragihandin, ku 50 kes ji wê hejmarê xelkên Kobaniyê ne, di nav wan de jî jin û zarok hene.

Koçberê Kurd Mesûd Qadir anî ziman, “Hejmara me Sûriyan 62 kes bûn, ji wan 50 kes Kobanî bûn teve malbat û jinan. Em li Mistexanim hatine girtin, bi destê qaçaxçiyan. Me 3 rojan rojiyan mirinê jî girt, paşê zext li me kirin dane sekinandin. Wan em birine Wehranê, li wir telefon û pereyên me ji me standin, hinekan pereyên xwe veşartin ji bo nebin. Em 3 roj û 3 şevan bi busan gihîştine Nîjer, sehrayeke ku kes lê tunebû, em avêtine wê derê hinek xwarin û av dane me, em li wir berdan û vegeriyan.”

Ew koçberên ku li Nîjer asê mane, ji Rûdawê re behsa zehmetiya rewşa xwe kiriye, ku qaçaxçiyên wan xwe ji ber wan didine alî û bi hawara wan ve naçin. Serbarî ku qaçaxçî gefan didine wan ku, eger ji Rûdawê re behsa rewşa xwe bikin ew ê ziyanê bigihînin wan.

Ev yek di demekê de ye ku, 55 kesên din jî, hêj li girtîgehên Wehranê ne, dibe di dema van çend rojan de wan jî bavêjin biyabana Nîjerê.

Koçberê Kurd Mesûd Qadir got, “Qaçaxçiyê ku meriv derbasî Cezayîrê dike 2 hezar û 200 dolar digire, yanî ku pere da qaçaxçî ji bo me derbasî Ewropayê bike hemû kefaletê digire ser xwe, me her yekî 8 hezar euro daye wan ku me bişînin Spanyayê heger em hatine girtin û şandine Nîjer divê ew pereyan ji berîka xwe bidin ku me vegerîne Wehranê, ev lihevkirina me û lê ew li ser nesekinîn. Divê berpirsyariyê rake lê pêk neanî û em li wir hîştin. Berê carê pereyên min çûn, vê carê jî divê hezar û 200 euro bidim ku ez pê vegerime Wehranê.”

Koçberên li Nîjerê asê mane ku derdora 25 hezar euroyên hin kesan ji wan, ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xwarin û daxwaz dikin ku bi rêya Rûdawê banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar ji bo wan vegerînin Rojavayê Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst