Li Burkîna Fasoyê li dijî karwana leşkerî êrîş: 13 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Gourma ya li rojhilatê welatê Burkîna Fasoyê ku welatekî Afrîqayê ye, di êrîşa li dijî karwaneke leşkerî de herî kêm 13 leşker hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên medyayên Burkîna Fasoyê, komek çekdar li bajarokê Natiaboani yê parêzgeha Gourmayê êrişî karwaneke leşkerî ya artêşa wî welatî kirine.

Di êrîşê de herî kêm 13 leşker hatine kuştin.

Li Burkîna Fasoyê, artêşê di 30ê Îlonê de bi hinceta rewşa ewlehiyê ya li welêt kodeta kir û dest danî ser desthilatdariyê.

Komên girêdayî El-Qaîde û DAIŞê yên li welatê Malî ku cîranê Burkîna Fasoyêy ye, ji sala 2015an ve gelek caran li bakur û rojhilatê Burkîna Fasoyê êrîş pêk anîne.

Li gorî amarên hikûmetê, ji sala 2015an ve heta Kanûna 2021an di êrîşan de 2 hezar kes ku 600 ji wan hêzên ewlekariyê ne, hatine kuştin.