Guherîna Keşûhewa - ‘Zengila metirsiyê ji bo cîhanê lê dide’

31-10-2021
RÛDAW
Nîşan Guherîna Keşûhewa Alok Sharma Glasgow Mario Draghi Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê, behs behsa hiştina pileya germaya erdê ye di 1.5 pileya sîlîzî de.  Eger pile ji wê bilindtir be zanyar dibêjin, karesatên xwezayî zêdetir dibin weke pêl li gelek cihan, hişkesalî li gelek cihên din û şewatên daristanan rû didin. Serokê Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê jî dibêje, “Zengila metirsiyê ji bo cîhanê lê dide.”

Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê ya Glasgowê, dawî derfet bo rêgirîkirina li zêdebûna wan karesatên xwezayî tê dîtin ku her îsal nimûneya gelekan rû da ku zirara canî û madî hebû.

Serokê Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê Alok Sharma, diyar dike, “Guherîna keşûhewayê ku zû tê guhertin, zengila hişyarîkirinê bo cîhanê lê dide ji bo ku pabendbûnan cîbicî bikin û zeraran qerebû bikin. Pêngavan bavêjin ji bo pileya germê li 1.5 pileya sîlîzî de bihêlin. Em dizanin ku ev Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê hêviya me ya dawî ye ji bo pileyê li 1.5ê bisekinînin. Dizanim ajendaya gotûbêjan li ber me gelek in. Lê, ez wiha bawer dikim ev sîstema navdewletî dikare armanca xwe pêk bîne û divê pêk bîne.”

Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê ya Glasgowê, pişta wê qewî ne bi Lûtkeya G20 ku li Roma birêve diçe. Serkirdeyan soz dan salane 100 milyon dolar kom bikin bo alîkariya wan welatên kêmderamet ku di pileya yekem de di bin bandora guherîna keşûhewayê de ne.

Serokwezîrê Îtalya ji bilî vê ragihand, hikûmeta wan di dema 5 salên dahatû de milyarek û 400 milyon dolar ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê vediqetîne û got: beşdarvanên Lûtkeya G20 pabendbûna xwe dubare kirine ji bo çend pêngavan bavêjin ku di berjewendiya dinyayê de be.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, dibêje, “Me biryar daye dev ji bikar anîna rejûyê berdin. Bi pabendbûneke navdewletî destpê dikin ku ew jî ev e: Berî bi dawî hatina sala 2021ê veqetandina pere ji bo weberhênana rejûyê tê sekinandin. Ji vê jî zêdetir, hemû welatên G20ê heta naverasta sedsalê pabend dibin bi dawî anîna derxistina gazên zirarmend.”

Di gotara vê hefteyê de papayê Vatîkanê û hemû kesên amade destên xwe bilind kirin û dua ji Xwedê kirin lûtkeya li Glasgowê serkeftî be.

Pûtîn dibêje, heta 30 salên din beşa gazên zirarmend ên Rûsyayê ji yê welatên Ewropayê kêmtir dibe. Serokwezîrê Brîtanya dibêje, li gor sala 1990 karbondîoksît bi rêjeya %48 daxistine.

Gotina van serkirdeyan di demekê de ye, îsal agir bi daristanên Tirkiye, Yunan, Spanya û Amerîka û çend welatên din ket û li Almanya, Çîn, Nepal û çend welatên din pêl çêbûne û li gelek welatan jî hişkesalî çê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst