Biden û Erdogan mijara Rojavayê Kurdistan û Sûriyê gotûbêj kirin

31-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di çarçoveya Lûtkeya G20 de li Romaya paytexta Îtalyayê civiyan û di civînê de mijara Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin.

Li Romayê di çarçoveya Lûtkeya G20ê da hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden bi dawî bû û Koşka Spî û Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê ji cihê derbarê naveroka hevîdtinê de daxuyanî dan.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê hat dayîn Erdogan û Biden li ser têkiliyên du alî û mijarên herêmî sekinîn.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê de hat gotin ku “Di hevdîtinê de ji bo têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê zêdetir xurt bibin û pêş bikevin her du Biden û Erdogan îradeya xwe nîşan dan. Di vê çarçoveyê de Erdogan û Biden li hev kirin ku mekanîzmayeke hevpar were avakirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Erdogan û Biden li ser tifaqa NATOyê û şirîkatiya stratejîk sekinîn, gavên ku her du welatan derbarê guherîna keşûhewayê de avêtine, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.”

Derbarê hevîdtinê de Koşka Spî ragihand ku Biden di hevdîtinê de bal kişandiye ser berdewamiya têkiliyên erênî, berfirehkirina qadên hevkariyê û nakokiyên di navbera herdû welatan.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Serokê Amerîkayê ji ber hevkariya Tirkiyê ya ji bo misyona NATOyê ya li Efxanistanê dilxweşiya xwe aniye ziman.

Herwiha li gor heman daxuyaniyê mijara Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê mijareke din ên civînê bûne û tê gotin: “Serkirdeyan pêvajoya siyasî li Sûriyê, gihandina alîkariyên mirovî ji bo Efxaniyên hewcedar, hilbijartinên Lîbyayê, rewşa rojhilata Deryaya Spî û xebatên dîplomatîk ên li Başûrê Kafkasyayê gotûbêj kirine.”

Biden di civînê de giringiya Tirkiyê ya wek hevalbendê NATOyê dûbare kiriye û wiha dibêje “Biden bal kişand ser nîgeraniya Amerîkayê ya li ser hebûna sîstema mûşekî ya S-400an a Rûsyayê ku di destê Tirkiyê de ne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin “Biden tekezî li ser girîngiya saziyên demokratîk ên bi hêz, rêzgirtina mafên mirovan û serweriya hiqûqê ji bo aştî û bextewariyê kir.”

Hevdîtina Erdogan û Biden li gor saeta Kurdistanê di 12.15an de dest pê kir, Qesra Spî eşkere kiribû ku hevdîtina Erdogan û Bîden dê 20 xulekan berdewam dike, lê nêzîkî saetek û 10 xulekan berdewam kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst