Îbrahîm Kalin derbarê egera êrişa li ser Rojava daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Romaya payetxta Îtalyayê di derbarê êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê de axivî û got dema ku şert û merc guncaw bûn dê operasyon bê kirin.

Îbrahî Kalin derbarê polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Sûriyê û YPGê da wiha axivî “Serokkomarê me her tim zelal bû. Ev polîtîkayeke serdema Obama ye. Me ji destpêkê ve gelek caran got ev xelet e, Sûriye parçe dike û têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê jehrî dike.”

Kalin got jî “Li wir dema ku YPG/PYD li hemberî hedefên me tevgereke herî biçûk jî kir, me ti carî bê bersiv nehişt û dê bê bersiv neyê hiştin. Ji ber vê yekê em dê bi awayekî zelal vê peyamê bi berdewamî bidin.”

Li ser pirsa operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê kalin bi vî rengî bersiv da “Kengê merc pêwîstkirin her gav dibe. Rayedarên me yên leşkerî plansaziyê dikin û dê her tim li gorî hewcedariyê gavên pêwîst biavêjin.”