Vladimir Şamanov: Balefirên çavdêriyê dê li Himêmîm bêne xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehiyê li Parlamentoya Rûsyayê  Vladimir Şamanov gef li Amerîka xwar û got her balafireke keşfê ku bibe metirsî li ser navenda hêzên Rûsya li Himêmîm dê ew balafir bê xistin.

 

Serokê Komîteya Ewlehiyê li Parlamentoya Rûsyayê  Vladimir Şamanov da xuyakirin ku, zaniyariyên piştrastkirî li ber destên wan hene, ku balafirên bê pîlot (Dron) ji bo ku êrîşa li dijî navenda hêzên wan li navçeya Himêmîm a Sûriyê hatibûn şandin, ji aliyê balafireke keşfê ya Amerîka dihatin kontrolkirin.


Serokê Komîteya Ewlehiyê li Parlamentoya Rûsya got ev yek nayê qebûlkirin û dibe binpêkirina yasa û peymanên navdewletî.


Şamanov tekez ki ku heger careke din tiştekî wisa çêbibe, hêzên Rûsî li Sûriyê dikarin wê balafirê bikin armanc.