Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehiyê li Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Şamanov gef li Amerîka xwar û got her balafireke keşfê ku bibe metirsî li ser navenda hêzên Rûsya li Himêmîm dê ew balafir bê xistin.
Serokê Komîteya Ewlehiyê li Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Şamanov da xuyakirin ku, zaniyariyên piştrastkirî li ber destên wan hene, ku balafirên bê pîlot (Dron) ji bo ku êrîşa li dijî navenda hêzên wan li navçeya Himêmîm a Sûriyê hatibûn şandin, ji aliyê balafireke keşfê ya Amerîka dihatin kontrolkirin.
Serokê Komîteya Ewlehiyê li Parlamentoya Rûsya got ev yek nayê qebûlkirin û dibe binpêkirina yasa û peymanên navdewletî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse